'Dewlet hewil dide di navbera kurd û tirkan de xendekan bikole'

10:29

JINHA

MÊRDÎN - Parlementera HDP'ê ya Wanê Tugba Hezer diyar kir ku hezimnekirina dewletê ya ji bo hamleya Cerablus û Rojava di be sedem ku ser gelê kurdên li Tirkiyeyê polîtîkaya şer pêşbixe û wiha got: "Xendek ne sedeme encame. Dewlet jî vê dezane. Ji ber ku dewlet ji vê ditirse 10 hezar leşker şandiye Cizîr û Silopiya. AKP bi vî awayî di nava kurdan û tirkan de hewildide xendekan bikole."

Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê li hember êrîşan gel di berxwedanê dene. Parlementera HDP'ê ya Wanê Tugba Hezer polîtîkaya şerê AKP'ê ser gelê kurd berdewam dike nirxand û got: "Hewild didin bi navê operasonê paqijkirinê êrîşan rewa bikin. Qesta wan ji paqijiyê qelandina kurdane. Li hember vê polîtîkaya wan jî gelê kurd heye di berxwedanê de. Her demê navberê didin qedexeyê ji bo ku Nisêbînê vala bikin, gel koçber bikin. Ev polîtîka heya dema salên 1930'an diçe. Di qirkirina Geliyê Zîlanê de jî wê demê di manşetên rojnameyên wan de 'Geliyê Zîlan hat paqijkirin' hebûn. Li aliyekê hewlididin vîna gelê kurd bişkênin, li aliyê dinê jî hewildidin li ser xendekan siyaseta qirkirina ser gelê kurd bi aliyê tirkan bidin pejirandin. Lê tenê navê vê paqijiya nijadiye û divê her kes vê bi vî awayî bizanin."

'Êrîş ji ber hezim nekirina despêkirina hamleya Cerablus zêde bûne'

Tugba wiha berdewam kir: "Li Rojhilata Navîn Şerê Cîhanê yê 3'emîn despêkiriye. Divê êdî hêzên emperlyalîst li Rojhilata Navîn kurdan hêz bibîne. Li Rojava bi DAIŞ'ê êrîş dikin, li Bakur jî hêzên dewletê êrîş dikin. Di dema şerê Suriye yê navxweyî de kurdên Rojava rolek giring girtin û dest bi avakirina xweseriya demokratîk kirin. Dewleta ku ji vê re hezim nake dixwaze ser Kobanê vîna kurdan bişkêne. Pergala kurd avadikin, bi salane li hember hêzên emperyal li ber xwe dide. Li Bakurê Kurdistanê jî kurd bi rêveberiya cewherî modela Rojava dixin meriyetê. Xendek ne sedeme encame. Dewlet jî vê dezane. Ji ber ku dewlet ji vê ditirse 10 hezar leşker şandiye Cizîr û Silopiya. AKP bi vî awayî di nava kurdan û tirkan de hewildide xendekan bikole."

(zd/zt)