Jinên Hezexê: Bi qerkirinê nikare me biqedîne

10:34

JINHA

ŞIRNEX - Hezexiyan bertek nîşanî êrîşên AKP'ê yên tunekirina kurdan dan û diyar kirin ku kurd bi qetilkirinê naqedin. Welatiyan anî ziman ku xendek û barîkat bi armanca dijminahiyê nehatine çêkirin û kurd mecbûr mane ku xwe bi xendek û barîkatan biparêzin.

Êrîşên AKP'ê yên tunekirinê û qedexeyên derketina derve yên li ser navçeyên Cizîr, Silopî, Sûr, Kerboran û Nisêbînê bênavber didomin. Bertekên gel ên li hemberî êrîşên îmha kirinê û qedexeya derketina derve li hemû bajarên Kurdistanê û Tirkiyeyê her ku diçe zêde dibe û biryara gelê kurd a xwerêvebirinê ji aliyê herkesî ve tê nasîn. Welatiyên Hezexa Şirnexê yên ku ev demeke dirêje xebatên xwe yên inşaya xwerêvebirinê di meşinin axivîn û bertek nîşanî êrişên AKP'ê yên li hemberî biryara gelê kurd dan.

'Kurd bi kuştinê naqedin'

Dayîka bi navê Şahadet Dayan a ku hevserê wê di salin 90'î de li Cizîr li qereqolê tê qetilkirin diyar kir ku kurê wê jî ji ber îşkenceya polisan felc derbas kiriye. Şahadet bi lêv kir ku li Kurdistanê ji aliyê AKP'ê ve li hemberî kurdan komkujî pêk tên. Şahadet di berdewam axaftina xwe de got ku li hemberî êrîşên hovîtiya AKP'ê çê pêwistî hebe ew ê bi cih bÎnin û pê de çû: "Em dayik kuştin û qetil kirinê naxwazin. Xendek û barîkatên me bi armanca dijminahiyê natine çêkirin bes ji bo parastinê hatina çêkirin. Em li hemberî top, tang, gule û çeteyên Esedulah mecbûr man ku xendek û barîkatan çêkin."

Şahadet diyar kir ku ji malbata wê gelekî kes li Cizîrê dimînin û ev tişt anî ziman: "Kesen ku qaşo doza biratiyê dikin rabûn mamosteyên xwe ji Cizîrê kişandin û li hemberÎ kurdan dest bi êrîş û qetilkirinê kirin. Em vê yekê qet qebûl nakin û her tim li hemberî vê hovîtiyê em ê li ber xwe bidin. Kurd doza mirovahiyê dikin. Di salin 90'î bi hezaran kurd hatin qetilkirin li îro bi milyonan kurd hene. Bila serokwezîr Ahmet Davûtoglû baş zanibe ku kurd bi qetil kirinê naqedin."

'Êrîşên AKP'ê dijmirovahî ne'

Jina bi navê Hediye Çaksin a ku hevserê wê 18 sal beriya niha ji aliyê polisan ve ji girtîgehê tê revandin û cenazeyî wî hêjî nehatiye dîtin diyar kir ku êrişên AKP'ê yên li hemberî kurdan ne mirovahîne û her roj di encama êrîşan de mirov têne qetil kirin. Hediye bi lêv kir ku kurd Ji ber ku li nasnameya xwe xwedî derdikevin dibine hedefa AKP'ê û ev tişt anî ziman: "Dema ku me qetil dikin ji bo ku xwe biparêzin viran dikin. Teqez derewan dikin tiştek wisa nîne. Em tev gelên sivîlên û di malên xwe de ne. Her carê yekî ji me dikujin. Bila AKP û Erdogan baş zanêbin kurd bi qetilkirinê naqedin." Hediye êrîşên AKP'ê yên li hemberî Sûr, Cizîr, Silopya, Kerboran û Nisêbînê ku bi awayekî dij mirovahî berdewam dikin bi bîr xist û got kesên ku xwe musluman di hesibînên li Kurdistanê li hemberî her rûberî komkujî pêk tînên.

(frz-ke/eb/zt)