Li Cizîrê YDG-K'ê droneyek xistin

11:36

JINHA

ŞIRNEX - Li Cizîrê di roja 7'an de berxwedana gel li hemberî dorpêçê û êrîşan berdewam dike. YDG-K'ê navgîna bê mirov a hewayî drone xistin.

Li Cizîrê di roja 7'an de dorpêç û êrîş berdewam dikin. Cenazê Haci Selahattin Bozkurt yê 70 salî ku duh bi şev li Taxa Cudî ji aliyê polîsên tîmên tayîbet ve hatî qetilkirin di saetên serê sibê de bi zorê karîn ji malê derxînin. Cenazê Haci li ser Cadeya Vestel a Cudî bi abolansê rakirin Nexweşxana Dewletê ya Cizîrê.

Li Taxa ku berxwedan lê berdewam dike polîs bi wesayîtên zirxî û tangan hewildidin têkevin taxa Cudî. Êrîş rastî berxwedana ciwanan hatin, wesayîtek zirxî hat darbkirin polîs neçar man paşde vegerin. Niha jî bi tangan taxê topbaran dikin. Ji ber topbaranê li taxê agir bi malekê ket.

Di êrîşên ser Taxa Cudî de zaroka 17 salî Hanim Tunç ji çengê xwe birîndar bû. Hat zanîn ku Hanim gelek xwîn winda kiriye, nahêlin ji taxê derbisin.

Li taxa Cudî ya Cizîrê ku bênavber rastî êrîşa hêzen dewletê tê jî ji aliyê Hêzên Parastina Jinan YDG-K'ê ve navgîna bi navê "drone" ku ji hewa dîmenan dikişîne hate xistin. Parçeyên droneya hatî xistin di wêneyan dene.

(zt)