Mamostayê qirkirin şermezar kir hat binçav kirin
11:42
JINHA
MÊRDÎN – Nûnerê Egîtîm Senê yê Wêranşarê Abdulcelîl Çelebî ji bo balê bikişîne ser qetlîam û qedexeyên li bajarên Kurdîstanê hate Nisêbînê û dest bi çalakiya rûniştinê kir, ji aliyê leşkeran ve hate binçavkirin.
Nûnerê Egîtîm Senê yê Wêranşarê Abdulcelîl Çelebî ji bo balê bikîşêne ser qetlîam û qedexeyên li navçeyên Nisêbîn, Cizîr, Silopî, Kerboran û Sûrê û êrîşan şermezar bike di saetên serê sibê de hate hate têketina Nisêbînê û dest bi çalakiya rûniştinê kir. Abdulcelîl ku bi awayek keseyî biryar daye her hefteyê roja yekşemê li daketina Nisêbînê çalakiya rûniştinê pêk bîne, îro çalakiya xwe ya yekemîn da destpêkirin. Abdulcelîl ku di têketina Nisêbînê de dest bi çalakiyê kir, pankarta “Ji bo pêşeroja zarokên me êrîşên paşverû yên faşîst rawestîn in!!!” vekir. Piştî demek kin polîs û leşker hatin cihê çalakiyê û derdora Abdulcelîl hate dorpêçkirin.
Dema Abdulcelîl ji aliyê leşkeran ve hate dorpêçkirin, leşkerekê gefa, "Hûn ji kî re dibêjin faşîst. Ên faşîst hûn in" li Abdulcelîl kir. Piştî demek kin leşkeran pankart rakir û Abdulcelîl bêhîncet xistin binçavan. Abdulcelîl yê ji aliyê leşkeran ve hate binçavkirin birin, Fermandariya Leşkeriyê ya Nisêbînê.
(bg/eb/zt)