Yek jê 8 mehî ducanî du jin birîndar bûn
11:57
JINHA
ŞIRNEX - Jinên ku li gel êrîşên giran jî taxên xwe na terikînin ji aliyê tîmên tayîbet ve hedef tên girtin. Li taxên Nur û Cudî 2 jin giran birîndar bûn. Jina 8 mehî ducaniye li kolanê birîndare ji ber êrîşan kes nikare biçe wê ji nava kolanê rake.
Li navçeya Cizîra Şirnexê di roja 7'an de êrîş berdewam dike. Li taxa dibin topbaranê de jin pêşengiya berxwedanê dikin. Li nava taxan hêzên dewletê jinan hedef digirin, li du taxan du jin birîndar kirin.
Li Kolana Îstek a Taxa Nur jina bi navê Gulê Yamalak a 8 mehî ducaniye giran birîndar bû. Dema ku welatiyan xwestin Gulê ji nava kolanê rakirin ahtin gulebaran kirin. Gulê rakirin Nexweşxana Dewletê ya Şirnexê. Tendiristvanan dan zanîn ku dema ji abolansê derketine dê Gulê ji nava kolanê rakin hişê wê girtî bûye.
Li Kolana Nil a Taxa Cudî jî Hediye Çete ya 35 salî li baxçê mala xwe de ji sînga xwe birîndar bû. Hediye ji aliyê cîranên xwe ve tê dermenkirin. Destur nayê dayîn rakin nexweş xanê.
Her wiha di saetên serê sibê der li Taxa Cudî zaroka bi navê Hanim Tunç a 17 salî ji çengê xwe birîndar bû. Ji bo Hanim bangî abolansê kirin, lê ji ber êrîşan abolans nikare têkeve nava taxê.
(at-ma/zt)