Li Surê bi dehan mal dişewitin
12:15
JINHA
AMED - Li navçeya Sûrê ku terora dewletê li hemberî berxwedana gel têk diçe tîmên taybet navçeyê dişewitînin. Li gelek avahiyên ku hatin topebarankirin dişewitin û ji ber ku êrîş jî zêde ne welatî nikarin mudaxaleyî şewatê bikin.
Li navçeya Sûrê ya Amedê êrîşîn îmhayê yên hêzên dewletê ev 19 roj in bê navber êrîşî didomîne û gel jî berxwedana xwe her diçe xurtir dike. Hêzên dewletê ku serê sibehê êrîşên xwe dijwartir kirin bi topebaranê navçeyê diweşitînin. Li gelek noqteyên navçeyê du bilnid dibin. Li taxên Karadenîz, Savaş û Hasirliyê û derûdora avahiyên nêzî mizgefta Kurşunlu û Sûka Mast şewat didome, malên li dora Dibistana Seretayî ya Suleyman Nazîf jî hate hinbûn ku dişewitin. Ji ber şewatê ji gelek cihan agahî nayê wergirtin û derbarê encama şewatan de agahî nehat wergirtin. Ji duh êvarê heta niha bi tankan ve leşker sewqî navçeyê tên kirin û li navçeyê dengê çek û teqînan ji navçeyê tê.
(zt)