Yekitiya Star: Şoreşa jinên Kobanê niha li Bakurê Kurdistanê ye

12:59

JINHA

QAMIŞLO - Rêxistina Yekîtiya Star di derbarê êrîşên AKP'ê ser gelê kur de daxuyaniyek nivîskî dan û gotin: "Şoreşa jinên Kobanê niha li Bakurê Kurdistanê depêkiriye. Emê weke Kobanê li Bakurê Kurdistanê jî bi serkevin."

Rexistina Yekitiya Star di derbarê êrîşên AKP'ê ser bakurê Kurdistanê de daxuyanike niviskî weşand. Daxuyanî wihaye: "Êrîşên dewleta tirk ser gelê Bakurê Kurdistanê bi awayê dermirovane berdewam dike. Li hemberî wê berxwedana gel jî bê navber mezin dibe. Em piştevaniya berxwedana gelê Bakurê Kurdistanê dikin. Ji derveyî azadiyê çareya me tineye. Weke Kobanê dê di serî de Nisêbîn, Cizîr, Silopî, Sur û her dever azad bibin. Ji bo wê jî bê navber berxwedan. Şoreşa jinên Kobanê niha li Bakurê Kurdistanê depêkiriye. Emê weke Kobanê li Bakurê Kurdistanê jî bi serkevin."

(re/zt)