Li Cizîrê Gulera birîndar kirin zaroka xwe winda kir
13:58
JINHA
ŞIRNEX - Li Taxa Nur a Cizîrê tîmên tayîbet Guler Yamalak ya 8 mehî ducanî gulebaran kirin. Guler di gulebaranê de ji zigê xwe birîndar bû û dema rakirin nexweşxanê jî zaroka xwe winda kir.
Li navçeya Cizîra Şirnexê di roja 7'an de êrîş berdewam dikin. Li taxên tên topbarankirin pêşengiya berxwedanê jin dikin. Hêzên dewtetê jinên pêşengiya berxwedanê dikin hedef digirin. Li Kolana Îstek a Taxa Nur jina 8 mehî ducanî Guler Yamalak birîndar kirin. Bi saetan nekarîn Guler rakin nexweşxanê. Paşê Guler rakirin Nexweşxana Dewletê ya Şirnexê û girtin bin emelyatê. Hat zanîn ku di emelyatê de zaroka Guler jiyana xwe jidest da. Guler jî rakirin beşa lezgîn.
(at-ma/zt)