Li Wanê çalakî belavî tevayî bajêr bû
14:07
JINHA
WAN - Li Wanê dema ku ji bo protestokirina tecrîda ser Rêberê PKK'ê Abudullah Ocalan, qedexeya derketina kolanan a li Kurdistanê berdewam dike û qirkirinên sivîlan welatî kombûn rastî êrîşa polîsan hatin. Piştî mudaxeleyê di nava kolanan de pevçûn berdewam dike.
Li Wanê dema ku ji bo protestokirina tecrîda ser Rêberê PKK'ê Abudullah Ocalan, qedexeya derketina kolanan a li Kurdistanê berdewam dike û qirkirinên sivîlan welatî kombûn rastî êrîşa polîsan hatin. Di navê de parlementerên HDP'ê Bedia Ozgokçe, Nadir Yildirim, êrveberên navend û naçeyên HDP û DBP'ê, endamên Meclisa Dayîkên Aştiyê, têkela KJA yê ya Wanê jî di navê de bi hezaran welatî kombûn, polîsan bi ava şid û gaza îsotê êrîş kirin. Di êrîşê de polîsan guleyên rastî û pilastîk bikar anîn. Di êrîşê de endama Meclisa Şaredariya Payîzova Bahattin Yavuz ji çavê xwe yê rastê birîndar bû, Cîgira Hevşaredara Qelqeliyê Elif Yigit û welatiyê binavê Mehmet Ali Durmaz jî birîndar bûn.
Di bûyera gelek birîndar û binçavkirin hene de pevçûn berdewam dikin.
Li aliyê dinê dê rêveberên HDP-DBP'ê li ber avahiya DBP'ê girêdayî bûyera hatî jiyankirin daxuyanî bidin çapemeniyê.
(zt)