JINHA: Em bikelecanin û emê vê kelecana xwe berdewam bikin

14:32

JINHA

AMED - Ji bo nûçegihanên me Bêrîtan Canozer û Vildan Atmaca yên ku di dema peyîwira xwe ya rojnamegeriyê di anîn cîh de hatin binçavkirin û girtin Cemiyeta Rojnamegerên Azad daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de Editora JINHA yê Mekiye Gorenç got: "Em bikelecanin û emê vê kelecana xwe berdewam bikin. Rojnamegerên kelecana xwe windakirine her tiştên xwe windakirine."

Cemiyeta Rojnamegerên Azad di derbarê rewşa Bêrîtan Canozer a ku di 16'ê kanûnê de dema şopandina nûçeyê de bi hinceta 'bikelecane' hatî binçavkirin û duh bi hinceta ser mediyaya civakî nûçe parkiriye hat girtin û Vildan Atmaca ya ku di 14'ê mijdarê de di dema şopandina nûçeyê de hatî binçavkirin û girtin li Şaxa ÎHD'a Amedê daxuyanî da çapemeniyê Di civîna çapemeniyê ya ku rojnameger beşdarbûn de xebatkarên JINHA yê dovîzên weke "Em ji Bêrîtan hîn zêdetir bi kelecanin", "Çapemeniya azad bêdeng nabe" û "Tindî nikarin me bêdeng bike" rakirin.

Di despêkê de Hevserokê Cemiyeta Rojnamegerên Azad Hakki Boltan li welatekê dema çapemenî ji bo dewletê hat xebitandin li wî welatî hiquq diqede. Hakki da zanîn ku hemû rojnamegerên ku qirkirin, tindî û şerê heyî digihînin raya girştî hedef tên girtin û wiha domand: "Sur dibin dorpêçê deye, desturê nadin rojnameger rewşa li wê ji bo gel ragihînin. Li Surê şerek der hiquqî tê meşandin. Ji bo ku rojnameger rewşa heyî ji gel re ragihînin hedef tên girtin û bi xunxarî êrîşî rojnamegeran dikin. Ji ber ku Bêrîtan nûçeyên rast çêdikir ji aliyê polîsan ve hedef hat girtin. Bêrîtan ji bo rastiya vî gelî, ji bo ronîkirina tariyan çiruskek bû. Dê hevalên Bêrîtan ronîkirina tariyan berdewam bikin."

'Ji xwe nûçegihanek kelecana xwe windakirî her tiştê xwe windakiriye'

Edîtora JINHA yê Mekiye Gorenç jî çîroka JINHA ya li hemberî deshilatiya mêran serî hildaye wiha anî ziman: "Dema ku em li mediyaya heyî dinêrin dibînin ku em bi zimanê hişmendiya mêran re ru bi ru ne. Me li hemberî deshilatiya mêran ajansek avakiriye. Êrîşên ser çapemeniya azad ne nûne. Li hember hemû êrîşan jî dê xebatên me berdewam bikin. Ji ber parkirina tweetirê hevala me Bêrîtan Canozer girtin. Ji xwe hiquq hatiye kîjan rewşê li ber çavane. Nûçegihana me Vildan Atmaca jî ji ber parkirinên ser Facebookê hat girtin. Li gel hemû êrîşan jî emê tekoşîna xwe berdewam bikin. Em bikelecanin û emê kelecana xwe berdewam bikin. Nûçegihanên kelecana xwe winda kirine her tiştên xwe winda kirine."

'Di hemû şertan de emê li gel çapemeniya azad bin'

Di dawiyê de jî Serokê Şaxa ÎHD'a Amedê Raci Bilici jî destnîşan kir ku bi sedan rojnamegerên rastiyan digihînin raya giştî ji aliyê dewletê ve tên kuştin û girtin. Raci bilêv kir ku heya niha ti hêzan nekariye çapemeniya azad bêdeng bike û wiha berdewam kir: "Di her şertan de em li gel çapemeniya azadin. Bêguman dê rojnameger bikelecan be. Yên çepemeniya azad tehdîd dikin mafê rastiyê û jiyanê tehdîd dikin. Emê li hember van tehdîdan serî netewînin. Em bi we xebatkarên çapemeniyê serbilindin."

(zt)