Sendîka û rêxistinên kedê jî sibê ber bi Cizîr û Silopiya ve dimeşin

14:37

JINHA

ŞIRNEX - Saziyên civaka sivîl û rêxistinên kedê yên Şirnexê diyar kirin ku ewê jî tevlî meşa sibe ya ji Şirnexê ber bi Cizîrê bibin û banga tevlîbûna meşê li karker û kedkaran kirin.

Li Şirnexê KESK, DÎSK, MEYA-DER, ŞUDO-DER, TUHAD-DER, Navenda Jiyanê ya Jinê ya Zahîde û ŞIYAR-DER jî di nav de gelek saziyên civaka sivîl li avahiya KESK'ê daxuyaniya çapepemeniyê dan û bang li meşa ku dê sibe ji Şirnexê ber bi Cizîrê ve were kirin. Hevserokê Egîtîm-Sena Şirnexê Serhat Ugur got ku Cizîr û Silopî ji alyê hêzên dewletê ve hatine dorpêçkirin û wiha axivî: "Gelê Silopî û Cizîr ji 7 salî heya 70 salî bi mirinê re rû bi rû ne. Em jî diyar dikin ku emê tevlî meşê bibin."

Hevseroka DÎSK'ê ya herêma Şirnex-Sêrtê Zeynep Îdîn jî diyarkir ku ewê wek kedkar û karker li hemberî hewldanên komkujiyê derkevin. Zeynep da zanîn ku ewê sibe saet di 09.00'an de ber bi Cizîrê ve birêkevin.

(zt)