Midiyad ji bo rakirina dopêça ser Kerboranê diçe

15:23

JINHA

MÊRDÎN - Li Midyadê bi sedan welatî piştî daxuyaniya çapemeniyê ji bo dorpêçê bişkînin bi dehan wesayîtan berê xwe dan Kerboranê.

Ji bo şermezarkirina rewşa awarte ya li Nisêbîn û Kerboranê, li navçeya Midyad a Mêrdînê meş hate lidarxistin. Bi sedan welatî, di meşa ku bi pêşengiya KJA yê hate kirin de li ber avahiya DBP'ê ya navçeyê kom bû û bi tilîlî û çepikan heya Qada Biratiyê meşiyan. Hevseroka DBP'a Midyadê Bîrgul Toprak li vir daxuyaniyeke kurt da. Bîrgul bang li gel kir ku li hemberî polîtîkayên tunekirinê berxwedana xwe xurt bike.

Parlamenterê HDP'ê yê Êlihê Mehmet Alî Aslan jî dîmenên li Kurdistanê wekî dîmenên dagirkirinê binav kir û got: "Dagirkirin e. Ji ber ku li wir dijmin tune ye. Divê tanq û topên xwe vekişînin. Serfermandarê artêşa tirk wekî ku li hemberî welateke dijmin şer dikin li Şirnexê kom dibe."

Piştî daxuyaniyê bi dehan wesayît ber bi Kerboranê ve bi rê ketin.

(zt)