Ji KJA yê banga ji bo rakirina dorpêça ser Botanê
15:31
JINHA
ŞIRNEX - KJA yê de derbarê meşa dê sibê ji bo Cizîr û Silopiya bê kirin bang kir û got: "Divê ji bo rakirina dorpêçê gelê Botanê rabe ser lingan."
Dê sibê bi banga rêxistinên pîşeyî, sendîka û rêxistinên civaka sivîl Şirnex ber bi Cizîr û Silopiya yên dibin dorpêçê denin ve bimeşin. Ji bo banga meşê rêxistinên HDP û DBP'ê yên Şirnexê, parlementerên HDP'ê Leyla Birlik, Burcu Çelik, Lezgîn Botan û Berdan Ozturk li esnafan belavok belava bi sernava "Emê weke gelê Botanê ber bi Cizîr û Silopiya ve bimeşin" belav kirin.
KJA yê jî ji bo meşa dê sibê saet di 09.00'an ji Şirnexê despêbike de banga tevlîbûnê kir û got: "Divê ji bo rakirina dorpêçê gelê Botanê têkeve nava tevgerê."
(ma-at/zt)