Li Hesekê perwerdeya jinan a çekan berdewam dike

15:52

Gulistan Bekir/JINHA

HESEKÊ - Hêza Parastin Civakî ya bajarê Hesekê, Jinên Komîna Şehîd Elî û Şehîd Ezîz ji bo rewşên awarte xwe fêrî bikaranîna çekan dikin.

Endamên jin ên Hêzên Parastina Civakî li ser daxwaza Komîna Şehîd Elî û Şehîd Ezîz a taxa Salihiyê ya bajarê Hesekê dewreyeke perwerdeyê li ser bi karanîna çekan destpê kirin. Di perwerdeyê de 25 jinên kurd, ereb û suryanî yên ji 20 salî heta 45 salî beşdar bûn. Dewreya perwerdeyê 10 rojan dê dewam bike, tê de wê waneyê li ser vekirin û girtin û bikaranîna çekan werin dayîn. Piştre jinên ku xwe fêrkirine karanîna çekan kirine, wê bibin endamê Hêza Cewherî ya parastina taxan.

Jina bi navê Emîna Mehmûd ya Ereb spasiya jinên Hêza Parastina Civakî kir û wiha got: "Em ji Hêza Parastina Civakî memnûnin, beriya niha em ji her êrîşeke li ser bajarê dihate kirin ditirsiyan. Êdî piştî ku em fêrî bikaranîna çekan bûne nema ditirsin. Ez li vir kêfxweşim tu cûdahiyê di navbera tu nijadan de nabînin. Em wek hev li vir xwe fêr dikin."

Dayîka bi navê Edîba Birahîm jî berşdarî perwerdeyê bûye jî wiha axivî: "Dema ku çi êrîş li ser bajarê me dihat kirin em wek jinên sivîl me xwedida alî ji van êrîşan lê niha emê xwe biparêzin û emê pişgiriya YPJ'ê û YPG'ê bikin. Bila her kes jinên Rojava bibînin ku xwe diparêzin. Em jin, ciwan û mêr li hember wan bisekinin ku ev erk ji her kesî tê xwestin bêyî tu cudahî di navbera jin û mêran debe."

(gb/zt)