Dema ku polîsan mudaxeleyî meşa Surê kir gel derbazî parastinê bûn
16:19
Kanûn
20
/ 2015
JINHA
AMED - Li Amedê bi sedan kesên ku ji bo Sûrê dest bi meşê kirin rastî êrîşê polîsan a bi bombeyên gazê û ava şid hat. Di navbera gel û polîsan de pevçûn destpê kir.
Li Amedê çalakiyên protestokirina dorpêç û êrîşên li ser Sûrê ku ev 19 roj in didome, berdewam dike. Îro jî bi sedan kes li Ofîsê li ber AZC Plaza kom bûn û ber bi Parka Koşuyoluyê ve dest bi meşê kirin. Polîs, li ser Kolana Ogretmenler êrîşî girseyê kir. Bi sedan kes, li hemberî êrîşê polîsan a bi bombeyên gazê û ava şid dest bi berxwedanê kir.
Di navbera gel û polîsan de pevçûn berdewam dike.
(zt)