Li Cizîrê jinekdin jî qetilkirin
16:55
JINHA
ŞIRNEX - Li Taxa Cudiya Cizîrê jina bi navê Zeynep Yildiz gulebaran kirin û qetilkirin. Ji ber êrîşên ser taxê gelek kes birîndarin. Li Silopiya jî ciwanek berasteng giran birîndar kirin.
Di saetên şevê de li Taxa Cudiya Cizîrê şer giran bû. Li nava taxê jina bi navê Zeynep Yilmaz a 45 salî hat gulebarankirin. Ji ber demdirêj nekarî Zeynep ji nava taxê derxînin jiyana xwe jidest da. Di êrîşên ser Taxa Cudî de gelek kes birîndarin.
Li Cizîrê di nava rojekê de Hediye Çete û Guler Yamalak a 8 mehî ducanî ji aliyê polîsan ve hatin birîndar kirin. Dayîka 3 zarokan Hediye Şen jî bi 8 guleyan hat qetilkirin.
Li Silopiya jî berastengê bi navê Egid Kaçar ê 22 salî ji zigê xwe birîndar bû. Welatiyan Egid ji cihê ku birîndarbûye rakirin. Taxa ku ji ber gulebaranê abolans û ekibên tenduristiyê têkevinê gelek birîndar hene.
(zt)