Jinên pêşengên berxwedanê ne hedef tên girtin: Li Nisêbînê jî jinek qetilkirin

17:02

JINHA

MÊRDÎN - Li Taxa Girnavas a Nisêbînê Emire Gok gulebaran kirin, di gulebaranê de Emire ji lingê xwe birîndarbû û jiyana xwe jidest da.

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ku êrîşên dewletê yên li dijî gel kete roja 7'emîn, hêzên dewletê êrîşî taxa Girnavasê kirin. Di encama êrîşên tîmên taybet de jina bi navê Emîre Gok (39) a dayika 4 zarokan e hate qetilkirin. Li gorî vegotinên şahidên bûyerê Emîre a ku derketiye baxçeyê mala xwe ji aliyê hezên dewletê yên li riya Îpekê bi cih bûne ve hate qetilkirin.

Cenazeyê Emîre rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê. Hate hinbûn ku Emîre ji stû û lingê xwe ve hatiye hedefgirtin û qetilkirin.

(zt)