Li Stenbolê di êrîşên polîsan de yek jê giran birîndar 8 binçavkirin
19:38
JINHA
STENBOL - Li Stenbolê piştî çalakiya hêzên demokrasî û kedê ya li ber Lîseya Galatasarayê, endamê HDP'ê yê bi navê Îsmaîl Karabulut rastî êrîşa bi kêr a komeke nijadperest hat. Di êrîşan de 8 kes jî hatin binçavkirin.
Li Stenbolê, di êrîşa polîsan a li hemberî çalakiya hêzên demokrasî û kedê ya li ber Lîseya Galatasarayê de 8 kes hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin, birin Miduriyeta Emniyetê ya Stenbolê. Her wiha, endamê HDP'ê yê bi navê Îsmaîl Karabulut li Tophane rastî êrîşa bi kêr a koma nijadperest hat û ji gelek cihên laşê xwe birîndar bû. Îsmaîl rakirin Beşa Lezgîn a Fakulteya Tip a Çapa.
(zt)