Li Silopiya 'qedexeya derketina şibakeyan' hat îlankirin!

19:39

JINHA

ŞIRNEX - Li Silopiyê polîs û leşkerên ku bi wesayîtên zirxî digerin anonsa "qedexeya derketina şibakeyan" kirin.

Li navçeya Silopî ya Şirnexê ku hêzên dewletê bi pêkanînên rewşa awarte jî nikarin berxwedana gel bişkînin û zarok û jinan qetil dikin, polîs û leşkerên li navçeyê li gorî xwe qedexeyên nû îlan dikin. Hêzên dewletê yên bi wesayîtên zirxî li Taxa Şehîd Harun digerin, anonsa "qedexeya derketina şibakeyan" kirin.

(zt)