Jinan cenazê Emire Gok li ser milê xwe birin Mêrdînê
19:46
JINHA
MÊRDÎN - Jinan cenazê Emire Gok a ku di saetên şevê de ji aliyê polîsan ve hatî qetilkirin li ser milê xwe birin ber abolansê û şandin Nexweşxana Dewletê ya Mêrdînê.
Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê êrş berdewam dikin. Li Taxa Girnavas dayîka 4 zarokan Emire Gok a 39 salî ji aliyê polîsên li ser rêya Îpekyoluyê hatibûn bicehkirin ve hat gulebarankirin û di encama gulebaranê de jiyana xwe jidestda. Di navê de parlementerên HDP'ê hevşaredarên Nisêbînê jî heyî cenazê Emire bi girseyî hat rakirina Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê. Jinan cenazê Emire li ser milê xwe kirin û bi girseyî bi diruşmên weke "Bijî berxwedana Nisbêbînê" birin ber abolansê.
(zd/zt)