Arife Gumuş: Bila zarokê min bibe şehîdê Kurdistanê yê dawiyê

09:00

Filiz Zeyrek/ JINHA

EDENE - Dayîka şervanê HPG'ê Yilmaz Gumuş (Kaniwar Canfeda) yê ku di 9'ê kanûnê de li bejahiya Nisêbînê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dayî Arife Gumuş got: "Kaniwarek çu, lê li cihê wî hezar Kaniwar hatin. Kaniwar jiyana xwe da azadiya gelê xwe. Zarokê min di rêya romet û şerefê de şehîd ket. Bila zarokê min bibe şehîdê Kurdistanê yê dawiyê û êdî dayîk negirîn."

Dayîka şervanê HPG'ê Yilmaz Gumuş (Kaniwar Canfeda) yê ku di 9'ê kanûnê de li bejahiya Nisêbînê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dayî Arife Gumuş a 50 salî jiyan û tekoşîna kurê xwe wiha anî ziman: "Dibe ku Kaniwarek çu, lê li cihê wî bi hezaran Kaniwar hatin. Yên ku difikirin dê me biqedînin, bila baş bizanin ku ticarî nikarin me biqedînin. Kaniwarê min di rêya şeref û rometê de çu. Emê ticarî serê xwe ji êrîşan re netewînin. Ew çiqas êrîş bikin, em jî dizanin xwe biparêzin. Ez berxwedana li Kurdistanê berdewam dike ji vêderê silav dikim."

'Ji bo gelê xwe şer kir û xwe feda kir'

Arife bilêv kir ku kurê wê ji bo gelê kurd şehîd ket û wiha berdewam kir: "Kurê min ji bo vîna gel xwe feda kir. Kaniwar bi zarokan re zarok, bi mezinan re mezin bû. Her dem sohbeta wî xweşbû, her kesê gelek ji wî hez dikir. Ew zarokek ji bo malbata xwe gelek rêzdarbû. Her dem ruyê wî biken û xwîn germbû. Yê silav dida wî êdî ji destê wî xelas nedibû, di derbarê tekoşîna kurdan de sohbet dikir. Kes ji wî aciz nedibû. Ew di nava ciwanan debû. Her dem pirtûk dixwend û gelek xwedî çandbû. Dê bi kê re çî bipeyîviyana û çî bigotana baş dizanî."

'Bila zarokê min bibe şehîdê Kurdistanê yê dawî'

Arîfe da zanîn ku kurê wê di sala 2012'an de tevlî qadên azad bûye û wiha got, "Kurê min Kanîwer dev ji daxwazên xwe ên kesî berda û ji bo azadiya gel xwe feda kir. Biryarê xwe dabû me jî, jêre got riyê te vekirîbe. Dervî vê yekê me nedikarî em tiştek din jî bikira ji xwe. Kurê min şehît ket, lê ew di riyê rûmet û şerefê de şehît ket. Ez li ber şahedeta wî a bi rûmet bi rêz bejna xwe ditewînim. Înşallah kurê min bibe şehîdê Kurdistanê yê dawî. Êdî bila kezebê dayîkan neşewite."

'Eger kêr gihêşt hestî Kurd wê kesî nasnekin'

Arîfe destnîşan kir ku bi îlankirina qedexeya derketina kolanan re dixwazin Kurdistanê valabikin û wiha pêde çû: "Salên borî ji ber van polîtîkayên bi xwîn em hemû ji ser axên xwe hatin koç kirin, îro jî dixwazin vê yekê pêk bînin. Lê vê carê lîstika wan dê cihê xwe negre. Dibe ku em ji cihê xwe derên lê em ê pişavtinê û koletiyê wan tu car nepejrînin. Dema ku zarokên me axên me azad bikin, em ê cardin vegerin ser axên xwe. Bila vê yekê baş bizanibin, ji vê saetê û pêve kurd wê koçber nebin, ji Kobanê me ev yek fêmkir. Kurd wê destûrê nede kes vîna wan bişkîne. Kurd xwedî sebrek mezinin, ji bo ziyan neghê kesek her dem sekînîne. Lê eger kêr gihêşt hestî Kurd wê kesî nasnekin. Em vê yekê ji berxwedana Kobanê dizanin, sozê me ji zarokên mere heye, heya dilopa xwîna xwe a dawî em ê li berxwe bidin."

(zt/rc)