Ji jinên Cizîrê ji bo qadên berxwedanê silav
09:03
JINHA
Asya Tekin-Asmin Bayram
CİZRE - Êrîşên ser taxên Cizîrê yên dibin dorpêçêdenin giran bûne. Jin dibin êrîşan de pêdiviyên xwe li ser agir dabîn dikin. Jinên ku agir vêdixin û li ser agir xwarênê amade dikin ji bo berxwedana Sur, Nisêbîn, Kerboara û Silopiyayê silav şandin.
Li Cizîrê di roja 8'an de dibin dorpêçê de êrîş berdewam dikin, elektirîk hatiye birîn, jin li ser agir xwarinê amade dikin. Jin di tenuran de nan çêdikin û xwarinê jî li ser agir çêdikin. Jinên ku dibin topbaranê de pêdiviyên xwe yên rojane li ser agir dabîn dikin ji bo qadên berxwedanê Sur, Nisêbîn, Kerboaran û Silopiyayê silav şandin.
'Heya azadiya Rêbertiya me berxwedan berdewame'
Newroz Abay diyar kir ku heya azadiya Rêberê PKK'ê ewê berxwedana xwe berdewam bikin û got: "Dewlet bi birîna elektirîkê dixwaze me bixe. Ji xwe pêdiviya me bi elektirîkê nîne. Ji xwe em nan û xwarina xwe ser agir û di tenuran de çêdikin. Di salên 90'an de jî me heman tişt jiyan kir. Li gel her tiştî jî moralê me li cihe. Em gelê kurd emê biserkevin."
'Em ji tang û topên dewletê natirsin'
Ji jinan Sebahat Agdur jî wiha axivî: "Li gel hemû zoriyan jî em pêdiviyên xwe yên rojane dabîn dikin. Ew çî dikin bila bikin, em ji tang û topên wan natirsin. Em nan û xwarina xwe di tenuran de çêdikin û pêdiviya me bi elektirîka dewletê nîne. Çawan bav û kalên me li ber xwe dane emê jî berxwedana xwe berdewam bikin. Em kurdin û kurd hatine dinê. Heya dilopa xwîna xwe ya dawiyê emê li ber xwe bidin. Bila hêzên xwe ji ser serê me kurdan bidin paş, emê heya dawiya nefesa xwe li ber xwe bidin. Bila ev DAIŞ destê xwe ji ser me rake. Em ji tang û topên wan natirsin. Ez ji bo Farqîn, Silopî, Nisêbîn, Kerboran û Surê jî serketinê dixwazim."
(zt)