Ji Kovara Pazartesiyê heya JINHA'yê çiroka çapemeniya jinê

09:06

Ceren Karidag/ JINHA

STENBOL - Dema ku mirov li Tirkiyê qala çapemeniya jinê bike teqez Kovara Pazartesiyê ya ku sala borî dawî li weşanxana xwe anî tê bîra mirovan. Me jî li ser weşana jinê bi rêvebera Kovarê re gotûbêjek germ pêk anî.

Di cihanê de yekemîn ajansa jinan a bi navê Ajansa Nuçeyên Jinê (JINHA) di 8'ê Adara 2012'an de bi dirûşmeya "Em ê hişmendî û zimanê medyayê bigihurînin" li hemberî hemû zext û astengiyan weşana xwe berdewam dike. Astengiya ku bi girtin û çav tirsandinê nêzî nûçegihanê JINHA'ê sînor nasnakin. Herî dawî nûçegihana JINHA'yê ya ku bi salan li bajarê Wanê Vîldan Atmaca û nûcûgihana Amedê Bêrîtan Canozer rastî êrîşê hatin û hatin girtin jî, ev yek ji van astengiyan e.

Rêvebera Kovara Pazartesiyê ya ku di maha Adara 1995'an de dest bi weşanê kir û di sala 2007'an de dawî li weşana xwe anî Beyhan Demîr re li ser ajansa jinê axivin. Kovara Pazartesî wek ku tê zanîn li Tirkiyê yekemîn nûçeyên jinê dida weşandin û wiha tê hişê mirovan. Beyhan li ser weşan û giringiya nûçeyên jinê rawestiya û nêrînên xwe bi me re parvekir. Beyhan di serî de qala weşana Pazartesiyê ya ewil kir û wiha got di weşana Kovara Pazartesiyê de ya ewil nûçeya Guneş K a ku ji aliyê Metîn Kaçan û Alp Bugdayci ve rastî tundiya zayendî hatibû, dest pê kir. Guneşê ku çavê wê bi banda reş hatibû girtin ji Pazartesiyê keniya.

*Guneş çima wê deme tenê bi were axivî?

Nûçeya Guneş K. hinek tesaduf bû. Guneş naskireyê jinên ku kovarê dizanin bûn. Lewra jinan Guneş şandin Kovara Pazartesiyê. Ew mêr di wê demê de navdeng bûn û di nav civakê de dihatin nasîn û Guneş ji ber vê ji gelek ditîrsî. Dema ku di peyvî jî gelek ditîrsî û dengê wê dilerizî. Em dikarin bêjin ku hinek jî bi saya Pazartesiyê xwe da parastin.

*Weşana Pazartesiyê ji aliyê jinê ve çima wiha girting e?

Pazartesî ji gelek aliyan de xwedî giringiyek e. Li çar aliyê Tirkiyê dihat şopandin. Ne tenê kovara hinkaran bû kovara her kesê ku pirsgireka jinê re alakedar dibû bû. Di heman demê de pêkenok û mijarên zayandî jî dinivisî. Jin ji aliyê AB'ê ve û Tipa F'ê jî diaxivin. Hesta ku di dema adetê de dikişandin jî di xwendin û dişopandin. Pazartesî awirên mêrê yên li ser zayendiyê di baş dinivisand. Dîsa nirxandinên qlip, dîziyan ji dikirin. Hemû jinên ku di nava civakên de dijin yek bi yek diha nivisandin û jinan xwe divê kovarê de diditin.

*Di aliyê pêşketina weşana jinê de tiştek çê bû?

Pazartesî ne kovara yekemîn e. Divê em Rojnameya Kaktus û Roza ya ku ji aliyê Sosyalîsten Fêmînîst dihat weşandin jibîr nekin. Pazartesî tenî di salên 80'an de ji bo jinê hate çapkirin û li ser jinê hate nivisandin. Piştre Amargî û Filmmorûn hate avakirin û ev mirateyên hev in û vê mirateyên berdewam dikin.

*Çima mijara jinê, bi deste jinê tê nivisandin bide xwedî girin?

Di serî de em cîhan di derek din de dinêrin. Eger ku mêr serdestê cihanê bin, em jî bindestê mêr in. Min heya niha li kolanan mîkrafona ku dirêjî jinê hatibe kirin nedîtiye. Ji ber ku jin di çavê mêr de cahil e û nezan e. Lê em hemû keda jinê giring dibinin û dema ku em mîkrafonê dirêjî wan dikin em çiroka wan dibinin. Jin bi çavê jinê xwe dibîne. Rojnamegerî têra pirgireka jinê nake, jin bûn jî têr nake. Divê hişmendiya li ser jinê bê gorandin.

*Hûn weşana JINHA'yê ku çawa dinirxinin, hûn wek berdewamkirina Pazartesiyê dibînin gelo?

Ez JINHA'ê bi ser ketî dibînim. Hebûna we gelek giring û bi wateye. Heya niha ne me ne jî kesek din layiqê ajansa jinê nehatiye. Lewra habûna we gelek baş e. Jinên ku deste xwe bide, kemera, kompîtûr û amûrên teknîk ji bo pêşketina jinê gavek gelek baş e. Ev hişmendi û awîrên li ser jinê digihore, di heman demê de baweriyek jî di dilê jinê de dide ava kirin. Kovara Pazartesiyê ji wiha bû, dixwest ku jinê veghorîne û ji jiyana taxê derxe. Hûn didin nîşandan ku jin ne tenê bi nazîkî mîkrafonê dirêj dike, di heman demên de hakîmê hemû amûrê teknîkiye û zaneye jî. Li aliyê din jî qewetê dide jinên ku di ajansên din de dixebitin.

*Herî dawî weşana jinê dê çawa bê bi hêz kirin, divê mijarê de dê hûnê çawa alikarî bidin?

Divê jin bi jin di serî de bi nîvisê re hevalek baş be. Nivîs her tim ji mêr re hatiyê hiştin û mêr dinîvisin. Jin ne mecbûre ku siyasetê ango tiştê giran binîvise. Tundiya li ser jinê, an jî zilamekî ku li hevjina xwe dide, ango zilmekî li ser ajalan jî binîvise bes e. Ji bo nîvisandinê xwendin û nîvisandinek bes e, tenê çi ji bo kê ragihinin û çawa ragihinin bizanibin bes e. Ez bawer dikim ku ji bo pêşketina nûçegihaniya JINHA'yê dê gelek tişt bên kirin. Ne tenê di JINHA'yê de bixebitin û nûçeyan binivisin, nûçe kom kirin, agahîdayin jî ji bo peşketina nûçegihaniya jinê beş e û yekîtiya jinê dê baş derkeve holê. Divê em bi piştgirî û alikariyê xwe bi hêz bikin û xwe bidin nîşandan. Uçan Supurge jî bi heman awayê dimeşe. Divê ku em bi yekîtiyê bimeşin.

(ho/rc)