Jinên Nisêbînê: Eger deh hezar leşkerê wan hebe ê me berxwedana bi rûmet heye
09:08
Zehra Dogan/JINHA
MÊRDÎN - Pêşengê têkoşîna gel jinên Nisêbînê wiha dibêjin, "Êdî zarok jî, hesreta ax çiye fêmdikin. Eger em bimrin jî em ê dev ji warê xwe bernedin."
Li navçeyê Nisêbîna Mêrdînê qedexeya 7. di roja 8'ê de berdewam dike û êrîş li ser taxa Firat, Dîcle, Yenîşehîr û Abdulkadîrpaşa giran dibe. Jinên ku ji roja yekem de kolanên xwe terk nakin, berxwedana xwe bi tilîlî li hember polîtîkayên şer derdikeivin. Jinan da zanîn ku divê berxwedan li dervî Nisêbîn, Cizîr, Silopî, Kerboran û Surê belav bibe, bi belavbûnê berxwedanê re wê dawî li vî şerî bê. Kader Ardahan a ku li Taxa Firatê dijî wiha got, "Li hember deh hezar leşkerên wan, berxwedana gel yê bilind heye. Tirkiye rabe ser piyan û têkoşîna bi nirx silav bike."
'Ji ber em axên xwe terk nakin, armanc dikin ku me hemûyan bikûjin'
Kader diyar kir ku sê zarokê wê li taxêne û wiha got, "Zarokê me li vir di nava şerde ne, warê xwe terk kirin bê rûmetiye. Gelê Nisêbînê dikanên xwe vendakin, ev yek mînaka yekîtiya gel nîşan dike. Lê tenê ev yek têra nake, eger berxwedana gelek be divê ne tenê li tax û navçeyê belav bibe, di heman demê de li tevahî bajaran ev berxwedan belav bibe. Divê gelê Tirkiyê rabe ser piyan û têkoşîna Kurdistanê silav bike. Hewl didin me bi temamî ji ser warên me paqij bikin. Dizanin ku em ê warên xwe terk nekin, ji ber vê armanc dikin ku me hemûyan bikûjin. Ji bo ev komkujî pêk neyê divê berteka gelê Tirkiyê mezin be."
'Dayîk têkoşînê dan bihîstandin'
Emîne Ercîk jî got, "Heya ku em ser vî axîne hebûna me heye, eger em biçin wê demê em ê tune bibin." Emîne anî ziman ku eger dayîk dixwazin zarokên wan di nava aramiyê de bijîn divê têkoşîn bikin û wiha domand: "Eger em dayîk nebana wê hemû Kurd terorîst îlan kiribana. Em jî niha li pişt van barîqatan bi têkoşîna xwe jiyanek nû avadikin. Têkoşîna me bawerî dide gelan. Em wek dayîk dikarin serkeftinên mezin bi destbixin, tenê em dev ji wargehên xwe bernedin."
'Zarok naxwazin taxên xwe terk bikin'
Dayîka 5 zarokan Zadîna Bayin bilêvkir ku zarok bi taybet naxwazin axên xwe terk bikin û wiha got: "Êdî zarok jî, hesreta ax çiye fêmdikin. Eger em bimrin jî em ê dev ji warê xwe bernedin. Ez ê têkoşîna jiyanek bi rûmet bidim heya ku derfet ji zarokên xwe re bibînim ku bi zimanê dayîkê perwerde dibînin."
(rc)