Cizîr her şev bi koroya 'Dengê Berxwedanê' li ser piyan e

09:10

Mizgîn Adim/JINHA

ŞIRNEX – Jinên Cizîrê ku bi rojane dibin tank û topan de têkoşîna jiyanê didin peyama heya dawiyê berxwedanê didin. Li Cizîrê Koroya 'Dengê berxwedanê' hatiye avakirin. Li vî bajarî şîn qedexeye, ji ber ku sonda heya serketinê girtina govendê hatiye dayîn. Li ber agir dayîkek bi dengbêjiya Botanê sitirana ‘Dayîka sê zeroka birîndare li taxa Cudî way li minê, way li minê’ got, paşê jî li ber dengê tenekeyan êdî dengê topan nayê bihîstin.

Dorpêç û êrîşên ser Cizîrê di roja 8’an de berdewam dike. Bi rojan e gelê Cizîrê di bin gulebaran, bombebaran û topbaranan de têkoşîna jiyanê didin. Di nava heftîkî de 7 kes hat qetil kirin bi dahan kes birîndar bûn, gelek mal hatin bombebaran kirin, bi dehan mal hatin şewitandin. Gelê Cizîrê destnîşan dike ku dewlata ew welatiyê wê ne ji bo dagirkirinê bi ser wan de tê û ewê tu car vê dagirkeriyê qebûl nekin.

Xew herama li Cizirê

Berxwedana gelê Cizîre li hember êrişan bê navber dewam e. Jiyan li Cizîrê mûcizeye; her saet agir ji tepeyên bilind dibarin li kolanan jiyan, têkiliyên mirovan hatine qedexe kirin. Lê gelê Cizîrê ji dorpêça 9 rojan tecrûbe sitendiye têkoşîna jiyanê dide. Her saet gel li ser piyane. Gel li kolanan nobetê digrin û diyar dikin ku kesên ji jor de topan davêjin wan eger têkevin kolanan wê qetliamê pêk bînin loma jî xew herame li Cizîrê. Jinên bi tililiyên xwe, bi dengê xwe û bi têkoşîna xwe pêşengtiya berxwedanê dikin axivîn û gotin ku navê jiyanê berxwedane û gotin ku ew namirin.

‘Me şewata gundê xwe di dilê xwe de veşartiye’

Jina bi navê Zeynep Acu du zarokê wê di salê 1990’an de ji aliyê JİTEM’ê ve hatine qetil kirin û gundê wan hatiye şewitandin wiha behsa rojên xwe yên bi êş dike: "Gundê me şewitandin, em hêsîr bûn ketin kolanan, me bi zorê erd kirî û xanî tê de çê kir. Niha jî xaniyê me xirab dikin. Dewa çi li me dikin ” Zeynep bilêv kir ku wan her dem şewata gundê xwe di dilê xwe de hilgirtiye û êdî malê wan bên şewitandin jî bên topbaran kirin jî êdî vala nakin.

‘Berî 21 salan keça min bi topbarabê kuştin’

Jina bi navê Xecîce ku di salên 1990’an de kazan avêtine mala keça wê û tevî çar kesê din keça wê hatiye qetil kirin jî wiha axivî: "21 sal berê dîsan malên me topbaran kirin, wê demê ji malbata min 5 kes qetilkirin. Niha disa topan davêjin malê me. Em ji tank û topan natirsin. Ji xwe her dem bi tang û topên xwe êrîş kirine, lê ticarî jî çavên me neterisandine.” Xecîce dibêje ku di salên 90'an de li gel ku 5 kes ji malbata wan qetilkirin wan Cizîr neberdaye, ve tê wê wateyê ku dê ticarî Cizîrê bernedin û ji kesê re nehêlin. Xecîce wiha qala çûyîna mamostayan jî kir: "Êdî em mamosteyê wan naxwazin. Em dibistanê wan jî naxwazin. Emê bi xwe zarokên xwe perwerde bikin, pêdiviya me bi perwerda kesê nîne."

‘Zarokan di zikê dayikê wan de dikujin’

Her roportajek bi dûrişmên “Bijî berxwedana Cizîrê” xilas dibe. Dema dibe şev em li ber agirekê teqez rastî dayîka Selamet tên. Dayîka Selamet ku bi tena serê xwe li serê kolankî agir kiriye li tenekê dide û di demek nêzîk de dora dayîka Silamet tije dibin mirov. Dayika Selamet dibêje ku ew ji dewleta dagirker natirsin û ewê li berxwe bidin. Selamet diyar kir ku ewê bi ser bikevin û wiha dewam kir: "Emê bi ser bikevin. Erdogan mamostayên xwe ji nav me kişand, êdî em mamostayên te û dibistana te jî naxwazin. Tu jinan zarokan, zarokê di zikê dayikan de tu dikujî. Dê êdî perwerda te çî sudê bide zarokên me.”

‘Em Cizîrê bernadin’

Sitranên xemgîn tê gotin li dora agir jinek runiştiye sitirana ‘Dayîka sê zeroka birîndare li taxa Cudî way li minê’dibêje û hemû yên li derdora agir guhdarî dikin. Lê şîn qedexeye li vî bajarî, heya ku dagirkerî xilas bibe gelê Cizîrê soza govendê daye. Govendê digerin li dora agir. Kaloyek jî di qîre û wiha dibêje: "Em Cizîrê bernadin. Berî 400 salan Ahmedê Xanê li Cizîrê li Mizgefta Sor bi Kurdî dinivisand, lê niha zimanê me çanda me daxwazê me înkar dikin. Emê bi îlhama Ehmedê Xanê li Cizîrê hêlaye zarokên xwe perwerde bikin. Bila ew û mamostayên xwe ji nava me derkevin. Em bi xwe baştir derdê xwe dizanin."

Dawiyê koroya ‘Dengê Berwedanê’ li tenekan dide, ji ber dengê tenekan êdî dengên topan nayên bihîstin û şevek din jî di bin dorpêçê de bi dawî dibe.

(ma/zt)