Şirnex ber bi Cizîr û Silopiya ve dimeşe

10:31

JINHA

ŞIRNEX - Bi hezara welatiyên Şirnexê ji bo rakirina dopêça ser Cizîr û Silopiyayê dest bi meşê kirin.

Bi hezaran welatiyên Şirnexê ber bi navçeyên qedexe ser berdewam dike Cizîr û Silopiya de herikîn. Di navê de parlementerên HDP'ê Leyla Birlik, Lezgîn Botan, Berdan Ozturk û Burcu Çelik, hevşaredarên navend û navçeyan li gel rêveberên navenda HDP û DBP'ê jî di navê de meşê despêkir. Li ser cadeya Qilabanê welatiyan dest bi meşê kirin.

Bi hezaran welatî bertekên xwe bi diruşman tînin ziman

Bi hezaran di meşê de diruşmên weke “Qatil Erdogan”, “PKK gele, gel li vire”, “Emê bi berxwedanê serkevin”, “Bijî berxwedana Kurdistanê”, “Bijî berxwedana Cizîrê” û “Bijî berxwedana Silopiya” berdewam dikin.

Welatiyên Roboskiyê jî ji bo beşdarbûna meşê li ber Roboski-Derê kombûn û meşiyan.

(zt)