Bang ji jinên Amedê: Li hember komkujiyan bêdeng nebin
10:50
Têkoşîn Tekîn-Nurcan Yalçin/JINHA
AMED - Jinên Amedê ên ku qedexeyan protesto dikin, diyar kirin ku divê her kes têkoşîn bide despêkirin û wiha gotin, "Gelê Kurd heya roja îro tu caran li hember komkujiyan bêdeng nebûn û îro jî wê bêdeng nebin. Ti polîtîka wê berxwedan, têkoşîn û armanca gelê Kurd neşkîne."
Li navçeya Surê yê Amedê qedexeya derketina derve di roja 20'an de dewam dike. Tevî qedexeyên ku li Cizîr, Silopî, Nisêbîn û Kerboranê hatî îlankirin êrîş her ku diçe zêdetir dibe û gelek welatî jiyana xwe ji dest dan. Li navçeyên ku qedexe hatî îlankirin pêşengiya berxwedanê jin dikin û jinên Amedê diyar kirin ku ew ê li hember komkujiyê bêdeng nemînin.
'Serkeftin wê yê gelê berxwedêr be'
Fatma Eren, diyar kir ku gelê Kurd li hember êrîşên ser xwerêveberinê parstina cewherî pêk tînin û gotin ku qedexe û êrîşên ku pêk tên nayên pejrandin. Fatma got, "Êrîş û qedexeyên ser Surê bê guman polîtîkayê şikandina vîn û berxwedanê ye. Gelê Kurd xwerêveberin îlan dike, lê hikûmeta AKP'ê li navçeyên ku xwerêveberin lê hatî îlankirin êrîş dike û komkujiyan pêk tîne. Gelê Kurd heya roja îro tu caran li hember komkujiyan bêdeng nebûn û îro jî wê bêdeng nebin. Ti polîtîka wê berxwedan, têkoşîn û armanca gelê Kurd neşkîne."
'Dewlet jin û zarokan hedef digre'
Sûmerya Denîz da zanîn ku li hember polîtîkayên komkujiyê ew ê bêdeng nebin û wiha domand, "Gelê Kurd bi salane ji bo ax û nasnameyê xwe têkoşîn da û li berxweda. Dê berxwedan jî berdewam bike. Li cihên ku xwerêveberin lê hatî îlan kirin jin û zarok bi komkujiya dewletê re rûbirûne. Dewlet jin û zarokan hedef digre. Jinên berxwedêr û zarokên dibin şahîdê dîrokê tên qetil kirin. Em ê tu caran ji vê komkujiyê re bêdeng nebin û li qadan em ê dawa mafê xwe bikin. Divê gelê Kurd bibin yek û xwedî li ax û nasnameyê xwe derê û berxwedanê mezin bike."
'Divê topyekûn gelê Kurdistanê rabe ser piyan'
Havva Dogan anî ziman ku gelê Kurd di bin navê qedexeyê de bi komkujiyê re rûbirû hêştiye û wiha got, "20 rojin li Surê bi destê dewletê li hember gelê me polîtîkayên komkujî pêk tê. Bi êrîşan re ne tenê gelê Kurd di heman demê de nirxên dîrok û çandê me tên qetil kirin. Divê em li hember vê komkujiyê rabin ser piyan û belavî herderî em bikin. Bi rojane zarok, jin û pîrên me li Surê di şert û mercên giran de dijîn. Divê gelê rojavayê tirkiyê piştgirî bide gelê Kurdistanê û li hember vê komkujiyê bisekein."
'Gelê Surê ne bi tenê ye'
Belgîn Dîken bilêvkir ku qedexeya herî demdirêj li ser navçeya Surê pêk hatiye û wiha berdewam kir, "Dewlet bi dorpêçê re dixwaze gel di nava rewşên giran de bide jiyan kirin. Gelê kurd bi rojane li kolanan li berxwedide. Lê ev yek têra nake. Divê tevahî gelê me rabe û li hember hovîtiya dewletê bêdeng nemîne. Çalakiyên demokratîk em pêk tînin û bang li dewletê dikin, lê cihê berxwedana Surê nagre. Divê em çibikin? Tenê çareserî bilindkirina berxwedanê ye li her derî. Ez ji vir bang li gelê Surê dikim. Gelê Surê ne bi tenê ye, heya dawî em piştgirî didin berxwedana wan a bi rûmet."
(rc)