41 rojin Meliha ya YPJ yî li sînor bê mezar tê sekinandin
11:02
JINHA
ERZURUM - Cenazê şervana YPJ'ê Meliha Çuruk (Sterk Serhed) ya ku li Hola girêdayî Hesekê di şerê li hember çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe jidest dayî 41 rojin li sînor tê rawestandin û nadin malbata wê.
Cenazê şervana YPJ'ê Meliha Çuruk (Sterk Serhed) ya ku di 10'ê mijdarê de li Hola girêdayî Hesekê di şerê li hember çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe jidest dayî 41 rojin li sînor tê rawestandin û nadin malbata wê. Malbata Meliha ya ku li Elmaniyayê dijî dixwaze Meliha bigirin û bibin gundê xwe Yoncaliyê girêdayî Erzurumê veşêrin. Xwişka Meliha Semiha Çuruk diyar kir ku ji bo girtina cenaze wan hemû serlêdan kirin û got: "Me serî li rêveberiya Suriyê jî da, lê ji ber şerê navxweyî bersiv neda me."
Semiha da zanîn ku di dawiyê de wan bi rêya parêzerên MEYA-DER'ê serî li Dadgeha Îdariya Mêrdînê dane û li hêviya bersivek erênîne.
'Girtina cenazeyê xwe û definkirin mafek zagoniye'
Serokê Şaxa Komeleya Mafê Mirovan a Erzurumê Medeni Aygul jî ji bo girktina cenazê Meliha bang li hembû rayedarankir û got: "Pirsgirêkên li Suriyê tên jiyankirin weke hincet nîşan didin û cenaze nadin. Girtina cenaze û definkirin mafek zagoniye. Em li vêderê bang li hemû berpirsan dikin di vê xalê de hinekîdin baldar tevbigerin gelek cenazên weke yê Meliha bidin malbatên wan. Em carekdinê dibêjin ji kîjan dîn û nijadê dibe, ev tiştên tên kirin wijdan napejirînin. Divê cenaze teslîmî malbatan bên kirin û bên defin kirin."
Her wiha malbatê ji bo girtina cenaze ser sîteya change.org dest bi kampaniyeya îmzayan kirine, yên ku dixwazin cenaze teslîmî malbatan bên kirin bila tevlî kampaniyayê bibin.
(zt)