Zarok hînê parastina tenduristiyê dibin
11:07
JINHA
HESEKÊ - Desteya Jin semîner da zarokên Navenda Amara yê.
Li bajarê Hesekê a Kantona Cizîrê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Desteya Jin li Navenda Amara semîner da zarokan. Semînera ku di çerçoveyê xwe ji nexweşiyên zivistan, enfeksyonên girpê û îshalê parastin de hatî dayîn de gelek zarok amede bûn. Derbarê semînerê de Rêveberiya Navenda Amara Mecîde diyar kir ku, armanca wan tevahî zarok di vê mijarê de bi zane û hişyar kirine û wiha got, "Divê zarok hînê paqijî û parastina tenduristiyê bê kirin. Ji bo ku tiştên tê dayîn di hizrê zarokan de bimîne, em sînevîzyon bi wan didin temaşe kirin. Ev yek encam dide me. Zarok pêşeroja mene, ji ber vê divê hemû dayîk ji bo xwedîkirina zarokên xwe yên bi tendûristî bikevin nava hewldanan."
(ee/rc)