Botan li gel êrîşan jî ji bo rakirina dorpêçê dimeşe

11:11

JINHA

ŞIRNEX - Dema ku Şirnex ber bi Cizîr û Silopiya de meşiya, rastî êrîşê hatin, piştî êrîşê welatî belavî hawirdorê bûn û berxwedanê berdewam dikin.

Botaniyên ji Şirnexê ji bo rakirina dorpêça ser Cizîr û Silopiyayê ketin rê, di rê de rastî êrîşan hatin. Botaniyan barîkat derbas kirin û ber bi hedefê de dimeşin. Welatî bi dar û beran bersiva hêzên dewletê yên bi ava şid û gaza îsotê êrîş dikin didin. Welatiyên ser rê rastî êrîşê hatin belavî hawirdorê bûn, di nava çiyayan de berxwedanê berdewam dikin. Di navê de parlementerên HDP'ê jî heyî welatiyên barîkat rakirin meşa xwe berdewam dikin.

Welatiyên Qilabanê û Elkê jî kepenek venekirin bi diruşman dest bi meşê kirin. Welatiyên Roboskiyê jî kombûn û ber bi Cizîrê ve ketin rê.

(zt)