Jinên pêşengê berxwedanê di hedefê denin: di hefteyekê de 6 jin hatin qetilkirin

12:19

Zehra Dogan/JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Li Kurdistanê êrîşên ser rêveberiyên cewherî berdewam dike. Li hemberî êrîşan bi pêşengiya jinan berxwedan jî bi hemû leza xwe berdewam dike. Herî dawî li Cizîr, Silopî û Nisêbînê di hefteya dawiyê de 6 jin hatin qetilkirin.

Li Kurdstanê êrîşên ser rêveberiyên cewherî berdewam dike. Li hemberî êrîşan jin pêşengiya avakirina jiyana nû dikin. Di êrîşan de herî zêde jinên pêşengiya berxwedanê dikin hedef tên girtin. Ji rojên despêkê heya niha li Cizîr, Silopî û Nisêbînê bi dehan jin qetilkirin. Di hefteya dawiyê de jî 6 jin qetilkirin û bi dehan jî giran birîndar kirin. Guler Yamalak jî giran birîndar kirin û zaroka 8 mehi ya di zigê wê de qetilkirin.

Di nava hefteyê de li Nisêbînê 2 jin qetilkirin

Fehime Akti

Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê di êrîşên piştî qedexeya derketina 5'emîn hat rakirin de Fehime Akti ya 55 salî li ber mala xwe hat qetilkirin. Fehime ya li Taxa Yenişehîrê jiyan dikir ji aliyê sekvanan ve hedef hat girtin û hat qetilkirin. Dayîka Ali Yucelê giran birîndar bûyî Fehîme ji aliyê hezaran welatiyan ve hat oxirkirin.

Emire Gok

Li Taxa Girnavas a ku qedexe têde neyî dayîka 4 zarokan Emîre Gok a 39 salî qetilkirin. Li gorî gotina şahidên bûyerê dema ku Emîre ji bo xwarina heyîwanên xwe biditê derket ji aliyê hêzên dewletê yên ser rêya Îpekyoluyê hatîn cîhkirin ve hedef hat girtin û hat qetilkirin.

Li Silopiya di nava hefteyekê de 9 welatî qetilkirin

Ayşe Buruntekin

Li Taxa Cudi ya navçeya Silopiya ya Şirnexê dayîka 9 zarokan Ayşe Buruntekin a 40 salî dema ku derket banê xaniyê xwe ji aliyê hêzên dewletê ve hat qetilkirin. Ji ber topbaranê û gulebaran ji wesayîtên zirxî welatiyan nekarî cenazê Ayşe ji malê derxînin. Di heman rojê de li Cizîr û Nisêbînê jî hêzên dewletê 2 jin qetilkirin.

Taybet İnan

Li Taxa Nuh a Silopiya jî Tayîbet Înana a 57 salî ji ber gulebarana hêzên tayîbet giran birîndar bû. Tayîbet û Tiyê xwe bavê 6 zarokan Yusuf Înan ê 40 salî di gulebaranê de ji ber welatiyan nekarîn zu mudaxele bikin jiyana xwe jidest dan.

Di nava hefteyekê de li Cizîrê 2 jin û zarokek di zigê dayîka xwe de hatin qetilkirin

Zeynep Yılmaz

Li Taxa Cudiya Cizîrê Zeynep Yilmaz a 45 salî ji serê xwe hat gulebarankirin û giran birîndar bû. Ji ber ku demdirêj ji ber êrîşan nekarîn Zeynep ji taxê derxînin jiyana xwe jidest da.

Hediye Şen

Di roja 3'emîn a dorpêça Cizîrê de li Taxa Cudî dayîka 3 zarokan Hediye Şen a 30 salî li baxçê mala xwe bi 8 guleyan hate qetilkirin.

Gulera ducanî giran birîndarbû dema rakirin nexweşxanê zaroka xwe winda kir

Di roja 7'an a qedexeya derketina kolanan de li Kolana Îstek a Taxa Nur Guler Yamalak a 8 mehî ducanî di gulebaranê de giran birîndar bû. Dema ku Guler rakirin Nexweşxana Dewletê ya Şirnexê û girtin bin emelyatê Guler zaroka di zigê xwe de winda kir.

(zt)