Zarok dibêjin 'Eger em li berxwe nedin em ê bên kuştin'...
12:20
JINHA
COLEMÊRG - Pêkanîna dewletê ên li hember xwerêvebirinê didome û zarok ji bûyerên şer hemû agahdarin. Botan Ataman yê ji Colemêrgê wiha got, "Tenê daxwazê min gelê Colemêrgê rabe ser piyane. Eger em ranebin ser piya dewleta AKP'ê dê me bikûje. Ji bo dewlet ji me bireve divê em hemû rabin ser piyan."
Her çiqas peyvê şer û zarok ji hev dûr bin jî, li hember pêkanîna şer û jiyanê her kes heye. Di hemû pêvçûnên ku zarok tê de tên qetil kirin, yek ji zarokên Colemêrgê Botan Ataman (12) şert û mercên pergalê vegot. Botan, "Bi salane li van navçeyan şer tê jiyan kirin. Mirov dimirin û tên wenda kirin. Hikûmeta AKP'ê her dem zarokan digre hedefa xwe. Ez dixwazim dawî li van pevçûnan û şeran bê. Bila zarok bêhnek rihet bistînin û dayîk negrîn."
'Çiqas êrîş bikin em ê ewqas li berxwe bidin'
Botan da zanîn ku hikûmeta AKP'ê mafê perwerdehiya zimanê dayîkê asteng dike û wiha domand: "Em kengî bixwazin dibistan vekin û bi zimanê dayîkê perwerde bibînin hikûmeta AKP'ê êrîş dike. Bila xwerêvebirin pêk were, da ku em dibistanên bi zimanê dayîkê vekin û perwerde bibînin. Em ê jî li pêşiya van êrîşan bigrin. Çiqas êrîşê me bikin em ê ewqas li berxwe bidin. Tenê daxwaza me pêk hatina aştiyê ye."
'Eger em ranebin ser piya dewleta AKP'ê dê me bikûje'
Botan anî ziman ku dewlet ji salên borî heya roja îro zarok û jinan qetil dike û wiha pêde çû: "Salên borî jîj gelek mirov hatin qetilkirin û di îşkenceyan re derbasbûn. Li dayîkan dan û zarokan xistin girtîgehan. Bi tangan zarokê dayîkan qetilkirin. Her dem şehît tên. Tenê daxwaza min ew e ku gelê Colemêrgê rabe ser piyan. Eger em ranebin ser piyan dewleta AKP'ê dê me bikûje. Ji bo dewlet ji me bireve divdê em hemû rabin ser piyan. Eger em dest bidin hev em ê dibistan û ocaxên tenduristiyê vekin."
'Ez dixwazim perwerde bi zimanê dayîkê bistînim'
Ji zarokên Colemêrgê Zîlan Duman (11) jî wiha got, "Dema ku li Colemêrgê şer û pêvçûn qewimîn polîs û leşkeran ji ber deriyê mala me heya sibê neçûn. Gule direşandin her derê. Niha jî li Cizîr û Silopiyê pêk tînin û li wir zarokan qetil dikin. Ez êdî şer naxwazim, bila zarokan nekûjin. Ez dixwazim perwerde bi zimanê dayîkê bistînim. Dema ku şer pêk tê dibistanên me jî xirab dikin û hildiweşînin."
(rc)