Li hember çalakvanên Rojava êrîş
13:19
JINHA
DÊRIK - Çalakiyên gelê Rojavayê Kurdistanê yê nobeta sînor ku bi armanca piştgiriya berxwedana bakûrê Kurdistanê dabûn despêkirin di roja duyemîn de didome. Leşkerên Tirk gule berda ser çalakvanên sînor ên di nobetê de.
Li gundê Ên Dîwarê ya bajarê Dêrikê a Kantona Cizîrê bi armanca piştgiriya berxwedana gelê bakûrê Kurdistanê, gelê Rojava çalakiya nobetê ser sînor dan despêkirin. Çalakiya ku du rojin bê navber berdwam dike, panqartên wek "Em êrîşên li dijî gelê Bakûrê Kurdistanê şermezar dikin" hatin hildan. Li gorî agahiyên hatine wergirtin leşkerên Tirk gule berda ser çalakvanên sînor ên di nobeta berxwedanê debûn.
(rc)