Li Cizîrê polîs anonsa 'bajar biterikînin' dikin
13:53
JINHA
ŞIRNEX - Li navçeya Cizîrê polîsên ku li dijî Cûdiyê êrîşan pêk tînin û hewl didin bikevin taxê ji wesayîtên zirxî anonsa "Bi alên xwe yên spî ve navçeyê biterikînin" dikin.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê û ev 8 roj in qedexe û dorpêç berdewam dike tîmên taybet û leşker nikarin berxwedana gel bişikênin û ji ber vê yekê jî dixwazin bi zorê gel bidin koçberkirin. Hêzên dewletê yên ku serê sibehê bi tankan ve xwestin bikevin taxa Cûdî û bi wesayîtên zirxî gulebaran dikin niha jî ji wesayîtên anonsa "Bi alên xwe yên spî ve navçeyê biterikînin" dikin. Tîmên taybet li dijî gel êrîşên xwe jî didomînin.
(zt)