Berxedana dorpêçan û çîroka keç û bav li Cudî…
14:11
Aysel Işık/JINHA
ŞIRNEX - Di nava yên ji bo rakirina dorpêça ser Cizîr û Silopiya ketine rê û di pesarê Çiyayê Cudî de rêwîtiya xwe berdewam dikin de Parlementera HDP'ê Curcu Çelik jî li şopa rêwîtiya bavê xwe digere.
Botaniyan ji bo rakirina dorpêça ser Cizîr û Silopiyayê cardin li rêyên çiyayî re hildikevin. Di nava bi hezaran welatiyên di pesarên Çiyayê Cudî de ber bi Cizîrê ve dimeşin de Parlementera HDP'ê Burcu Çelik Ozkan a ku hîna biçuk bavê wê ketiyî ser rêya çiyayan û êdî şansê dîtina bavê wê çênebûyi ye.
Di bin her dar û berek ê Botanê de çîrokên gel ên veşartî li benda nivîsînê hene. Çîroka Burcu û Botanê jî weke çîroka efsaneya Cudiye.
Bavê Parlementera HDP'ê Burcu Çelik Endamê Konseya Leşkeriya HPG'ê Kadri Çelik (Apê Huseyîn) ê ku berî 28 salan tevlî nava refên PKK'ê bûyiye. Di temenek pir biçuk de bavê Burcu ketiye ser rêya çiyayan û êdî şansê dîtina Burcu çênebûye. Lê bavê Burcu li herêma Botanê ji aliyê her kesê ve tê zanîn. Bavê Burcu yê li Botanê dihat nasîn, li Botanê pêl mayînê kir û jiyana xwe jidest da.
Dema ku me hestên Burcu ya hatî welatê bavê xwe pirsî ev rêwîti weke hevdîtinê binav kir û got: "Dema ku ez hatim ser vê axê min hîn zêdetir têgihişt ku tekoşîn bi çî awayî hatiye van rojan. Dema ku hatim vêderê weke ku ji nû ve hatime dinê. Ez hîn zêdetir tekoşîna tevgera azadiyê têdigihim. Li ser vê erdnîgariyê gelek bîranînên bi êş û xweş hene, yek ji van ji ya mine. Çî dibe bila bibe li tekoşîna wan xwedî derketin û berdewam kirine. Ji bo hemû kesên di vê rêyê de tekoşînê didin hezar silav..."
(zt)