Li Kerboranan qedexeyan nasnake di roja 11'an de berxwedan berdewame
14:19
Kanûn
21
/ 2015
JINHA
MARDÎN - Li navçeya Kerboranê di roja 11'emîn a berxwedanê de gel ber bi taxa Safayê ve meşiyan.
Li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê berxwedana gel di roja 11'emîn de ye. Li dijî êrîşan gel li pişt barîkatan li ber xwe didin û bi sedan gel ber bi taxa Safayê ve dimeşin. Hêzên dewletê nehiştin gel bimeşe. Hêzên dewletê xwestin welatî vegerin malên xwe. Welatiyên ku li pişt barîkatan agir pêxistin dirûşma "Bijî berxwedana Kerboranê" berz kirin û bi sirûdan ve dengê çekan bêdeng dikin.
Li dijî êrîşên li hemberî taxa Safayê berxwedan didome.
(zt)