KJA dê bi diruşma 'Qatîlên jinan dewlete' dakeve qadan
14:32
JINHA
AMED - Kongreya Jînên Azad (KJA), dê di 25'ê kanûnê de ji bo jinên bi destê dewletê hatine qetilkirin dakevin qadan û bi diruşma "Qatîlê jinan dewlete" li Kurdistan û Tirkiyê çalakiyan zêde bikin.
Ji ber ku bi nûneriya hevbeş û zêdebûna nava qadên jiyanê re tekoşîna jinan zêdedibe, jin hedef tên girtin. Bi tayîbetjî jî rêxistinên jinan û li deverên Kurdistanê yên rêveberiya cewherî hatîn îlankirin jin hedef tên girtin. Dê ji bo jinên bi destê dewletê hatine qetilkirin KJA bi diruşma "Qatîlê jinan dewlete" li Kurdistan û Tirkiyê çalakiyan zêde bikin. Dê 25'ê kanûnê roja înê jin dakevin qadan û wêneyên jinên ji 5'ê Hezîranê heya niha bi destê dewletê hatine qetilkirin rakin.
Daxuyaniya KJA yê ya girêdayî çalakiyan wiha ye; "Ji 5'ê Hezîranê heya niha li Amed, Pirsus, Enqere, Silopî, Cizîr, Nisêbîn, Farqîn, Sur, Kerboran û Geverê jin bûne hedefa êrîşên dewletê. Em li hemberî van êrîşan hene, li ber xwe didin, dê nikarin berxwedana me bişkênin. Em bang li hemû jinan dikin li hemberî dewleta qatîlê jinan dakevin qadan."
(zt)