Polîsê ku hevserokên Wanê li erdê kaşkirine jinan jî darp kirin

14:41

JINHA

WAN - Li Wanê gel bi armanca rakirina tecrîta li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û qetilkirina sivîlan ên li Kurdistanê pêk tê xwestin meşek pêk bînin. Meş ji aliyê polîsan ve hatî asteng kirin, hevşaredar û jinên ku tevlî meşê bûne ji aliyê polîsan ve hatin darp kirin.

Bi hezaran gelê Wanê bi armanca protesto kirina tecrîda li hember Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û qetilkirina sivîlan ên ku li Kurdistanê pêk tên, li Parka Feqiyê Teyran hatin ba hev. Meşa ku heya xaçerê Îkî Nîsanê pêk hatiba polîs êrîş bir ser girseyê. Polîsên ku bi ava şit, guleyên plastîk û bombeyên gazê êrîşê kir, di Kolana Hunerê de hevşaredar û gelek jin bi darpkirinê xist binçavan. Di êrîşa polîsan de Ahmet Aygun (65) qeyrana dil derbas kir û ji aliyê welatiyan ve rakirin nexweşxanê.

Pêvçûna ciwan û polîsan yê di nava kolanan de berdwam dike. Girseya ku li Kolana Beşyolê hatine ba hev, polîs cardin mudexele kir û gelek jin li vir jî hatin binçav kirin. Her wiha li ber avahiya HDP'ê a Bajêr jî girse komdibe. HDP'ê di derbarê êrîş û binçavkirina polîsan de wê daxuyaniyek bide çapemeniyê.

Ji nav kesên hatine binçavkirin de endama Meclîsa Şaredariya Îpekyoluyê Şevîn Gûler jî heye.

(rc)