Maketa Sûran wê di 1016'an de biqede
15:13
JINHA
AMED - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ev 20 sal in çêkirina maketa sûr û navsûran didomîne û armanc e ku vê maketê di sala 2016'an de biqedîne. Hosteyê Nikirandina Keviran Fesîh Gundogar bal kişand ku ji sedî 90ê maketê temam bûye û got, di maketê de sûr, kuçe, xanî, perestgeh û xanên nav sûran cih digirin û heta niha ev maket di 39 fuaran de hatiye pêşandan.
Hosteyê Nikirandina Keviran û xebatkarê Serektiya Daîreya Mîrateya Çandî û Turîzmê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Fesîh Gundogar, diyar kir sala 1995'an dest bi çêkirina maketa Sûr û Navsûrê hatiye kirin û got ku armanc e ku ev makêt heta sala 2016'an bête qedandin.
Maketa ku ji sedî 90'î wê temam bûye, li gorî nexşeya Serektiya Daîreya Avedanî û Bajarvaniyê ku ji bo avahiyên dîrokî destnîşan kiriye tê amadekirin. Di maketê de Navsûrê dabeşî herêman tê kirin tax bi tax mekate wan tê çêkirin, bi çêkirina maketên avahiyên li Yenîkapiyê (Deriyê Nû) dê maket biqede. Ev 2,5 in ku ev maket li Bûroya Turîzmê ya Şaredariya Bajarê Mezin a li Deriyê Mêrdînê tê pêşandin, heta niha li derveyî welêt di 39 fuaran de hate raberkirin.
‘Piştî xebata salekê diqede’
Fesîh Gundogar der barê maketê de agahî dan û aşkere kir ku sala 1984'an de dest bi karê nikirandina keviran kiriye û ji sala 1995'an ve ye di bin banê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de ji bo çêkirina maketa Sûr û Navsûrê dixebite. Fesîh da zanîn ku pîvera maketê 1/250 pîver e û hemû xanî, kuçe, perestgeh û xanên navsûrê tê de cih digirin û anî ziman ku ev 20 sal in li ser vê maketê dixebite û di nava salekê de jî digihîne encamê.
‘Min Mizgefa Mezin 7 mehan çêkir’
Fesîh da zanîn ku wî bi çêkirina Sûran ku wek masiya şûrî bajêr bajêr dest bi çêkirina maketê kiriye û got, paşî jî min dest pê kir xanî, mizgeft, dêr, hemam û xanên navsûrê çêkirin. Vê gavê min beşa mezin a kar bi dawî aniye. Di maketê de tenê aliyê Deriyê Nû û hêşînkirina Hewselê maye. Piştî kused avahiyên li hêla Yenîkapiyê qediyan êdî maket bi dawî tê.”
Fesîh bi bîr xist ku wî li gorî nexşeya Serektiya Daîreya Avedanî û Bajarvaniyê dest bi çêkirina maketê kiriye û got, avahiyên wî qedandine, bi jimar kirine û li Deriyê Mêrdînê pêşan dane. Fesîh behsa zehmetiyên wê jî kir û weha got, “Beşa herî zehmet a vê maketê çêkirina Mizgefta Mezin bû. Hema bêje vê derê 7 mehên min xwar.”
‘Keviran ji Lice û Bilecûkê tînin’
Hoste Fesîh aşkere kir ku ji bo çêkirina maketê ew keviran ji Licê û Bilecûka Rihayê tînin û weha got, “Rengê kevirê kalker spî ye, li Amedê ji bo deverên dîrokî kevirê bazalt tê bikaranîn. Kevirê bazalt rengê wî reş e, ez jî dema kevirê kalker bi kar tînim, piştî min nikirand wî boya dikim. Paşî ev kevir dişibe kevirê bazalt.”
Dê qursê bide
Fesîh, bal kişand ku ji bilî maketa Sûr û Navsûrê ji kevirê kalker Karwansaray û ji kevirê bazalt Birce Heftbirayan çêkirine. Fesîh got ku ew dixwaze karê nikirandina keviran bo nifşê dahatê jî biguhêze û got, piştî Navenda Çand û Kongreyê a Şaredariya Mezin temam bû, ew ê li wê derê qursa vî pîşeyî bide.
(rc)