Peyam ji zarokên ku 20 rojin li Surê berxwedidin heye
15:48
Bêrîtan Canozer/JINHA
AMED - Di dîroka Komarê de 'qedexeya derketina kolana' yê herî dirêj a navçeya Surê ye ku dikeve 20 rojan e. Navçeya dîrokî a ku di bin topbarana tangan de maye, berxwedana gel destûrê nade ketinê. Zarokên Surê ên ku ji qemerayan re peyivîn wiha gotin, "Evder warê me ye em dernayên."
'Qedexeya derketina kolanan' di dîroka Komarê de yê herî dirêj li navçeya dîrokî Sura Amedê ye. Dorpêça ku ketiye 20 rojan berxwedana gel li hember êrîş, top û çekan bê navber didome. Gelê Surê bi berxwedana xwe yê bê hempa navê xwe li dîrokê neqişand.
Di saetên sibê de navçeya ku sewqiyeta leşkerî lê hatî kirin dengê teqîn û çekan lê tê. Êrîşa li ser taxa Savaş, Karadenîz, Hasirli, Yenîkapi û dora Mizgefta Kurşunluyê didome. Tîmên taybet ên ku li ser Birca Keçikan hatine bi cih kirin jîj taxan hedef digrin û gule direşînin. Xaniyên ku bûne hedefa topbaranê wekî her roj îro jî gelek mal hatin şewtandin. Welatî li gorî derfetên xwe hewl didin pêşî li van taxrîbatan bigrin. Di nava rojê de 4 kes birîndar bûn û ji ber dorpêçê welatî nikarin birîndarên xwe bibin nexweşxanê. Li aliyê din zarokên ku li navçeyê Surê dijîn ji qemerayan re peyivîn û wiha gotin: "Her roj êrîşê me dikin, lê vir warê meye. Em Kurdin û em ji vir neçin cihek din."
(rc)