Li tevahiya navçeyê li hemberî qedexeyê dîlan hat gerandin

16:01

JINHA

MÊRDÎN - Li navçeya Nisêbînê li dijî qedexe û êrîşên hêzên dewletê gel di nav berwedanê de ye. Welatiyên qedexeyan nas nakin li ber mûzîkê govenda berxwedanê geş dikin.

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê li hemberî qedexe û êrîşên hêzên dewletê gel li kolanan li ber xwe dide û qedexeyan nas nake. Li seranserî navçeyê piştî ku qedexe hate îlankirin şûnde êrîşên hêzên dewletê jî destpêkirin. Bi taybetî li taxên Firat, Dîcle, Yenîşehîr, Abdulkadîrpaşa, Zeynel Abidîn û Kişla di hedefa êrîşan de ye. Polîsên taybet bi çekên giran êrîş dibin ser taxan û li hember van pêkanîn û êrîşan jî li kolanan li berxwe didin û qedexeyan nas nakin.

Welatiyên ku li pişt çeperên berxwedanê li hember şerê tevkujiya têdikoşin, sloganên "Bijî berxwedana Nisêbînê" û "Bê Serok jiyana nabe" berz dikin. Jin û dayikên taxan bi tîlîliyan berxwedanê mezin dikin. Welatî dem bi dem li ber muzîkê govend digerînin û dengê sirûdên berxwedanê ji taxan bilind dibe.

Her wiha parlementerên HDP'ê Gulser Yildirim û Tuba Hezer ji bo piştgiriyê bidin berxwedanê di nav gel de ne û bigel re tên cem hev.

(zd-bg/eb/zt)