Êrîşên li bakûrê Kurdsitan li Melbourne hat protesto kirin

16:25

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên ku li bajarê Melboûrne yê hatin cem hev, pêkanînên qetlîamker ên AKP’ê yên li ser Bakurê Kurdistanê hatin protestokirin û bang li hikûmeta Avustralya kirin ku li hember kiryarên tê pêk anîn bêdeng nemînin.

Piştî bajarên Sîdney û Adelaîde, îro jî li bajarê Melboûrne qetlîamên AKP’ê hatin protestokirin. Di pêşengiya Yekîtiya Jinên Kurd ên Vîctorîa û NAV-KURD’ê li pêşiya pirtûkxaneya Eyaletê kom bûn. Partiya Sosyalîst Demokratîk , Altenatîf Sosyalîst û nûnerên Avûstralyayî yên Ji Bo Kurdistanê tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û şervanên YPG/YPJ'ê û her wiha panqarta li ser "Dewleta Qatîl" hatî nivîsandin hatin hildan. Jinên Kurdistanî yên tevlî çalakiyê bûn li ser kefenê li xwe kirine, wêneyên jinên hatin qetilkirin daliqandin.

Çalakvanan li hember bêdengbûna hikûmeta Avûstralya ya li dijî qetlîamên li ser Kurdistanê bertek nîşan dan. Her wiha dosyayên ku ji aliyê Nûnertiya KNK’ê ya Avûstralya û Komîteya Dîplomasiyê ya NAV-KURD’ê ji bo zext li ser dewleta Tirk çêbibe hatin amadekirin, ji endamên parlamento û senatoyê re şandin. Li gel vê jî nûnerên saziyên Kurd ên Melboûrne, konsolosxaneyên Fransiz, Elman, Îngîlîz û Amerîkan ziyaret kirin, pêşketinên li Kurdistanê ragihandin. Nûneran ji bo bidin hikûmetan jî di ziyaretên xwe yên konsolosxaneyan de name û dosya pêşkêş kirin.

(rc)