Gulistan Seîd: Em Tevgera Goran li pişt berxwedana Bakurê Kurdistanê ne
09:01
Şengar Biradost/JINHA
SILÊMANÎ - Endama Civata Nîştîmani ya Tevgara Goran Gulistan Seîd diyar kir ku ew weke Tevgera Goran li gel berxwedana Bakurê Kurdistanê ne û got: "Em berxwedana Bakurê Kurdistanê silav dikin. Em weke Tevgera Goran piştgiriya berxwedana Bakurê Kurdistanê dikin."
agihandkurewşa gel liBaşûrêKurdistanêdi bin xeteriyekmezin de ye û komployeknavnetewî li ser netewakurdtêmeşandin û li hemberhemûêrîşanbangayekêtiyanetewî kir.
Di 19'ê kanûnê de Civata Nîştîmani ya Tevgara Goran a nirxandina pêvajoyê hat lidarxistin. Di civînê de ser mijarên weke aborî, siyasî û rojeva heyî hat gotubêjkirin. Di derbarê giringiya civînê û nirxandinên hatin kirin de Endama Civata Nîştîmani ya Tevgara Goran Gulistan Seîd axivî.
'Em Tevgera Goran piştgiriya berxwedana Bakurê Kurdistanê dikin'
Gulistan destnîşan kir ku civîna wan di derbarê rewşa Başurê Kurdistanê ya heyî de hatiye lidarxistin û wiha got: "Tayîbetî em li ser rewşa heyiya Başurê Kurdistanê rawestiyan. Têkiliyên PDK'ê bi tirkiye û dewletên dinê re pir baş nîne. Ev rewş ji bo me hemûyan xetereye. Ji ber ku ew ziyanê dide berjewendiyên kurdan. Ji bo wê jî divê li ser bê rawestandin."
Gulistan bilêv kir ku ji her aliyî de êrîşên gelek giran ser gelê kurd hene û wiha berdewam kir: "Ji her aliyî ve êrîşên giran ser gelê kurd hene. Tayîbetî jî li Bakurê Kurdistanê dewleta tirk li hemberî kurdan êrîşên topyekun daye despêkirin. Li hemberî wê berxwedana gel jî bi îsrarek mezin berdewam dike. Em piştgiriya berxwedana gelê bakur dikin. Emê heya dawiyê li gel wan bin. Ji ber ku dijminê me yeke berxwedana me jî yeke. Em berxwedana Bakurê Kurdistanê silav dikin. Em weke Tevgera Goran piştgiriya berxwedana Bakurê Kurdistanê dikin."
(zt)