RJAK: Emê hêzên parastina jinan avabikin
09:02
JINHA
SİLÊMANÎ - RJAK'ê Perwîn Hesen di derbarê xebatên xwe yên girêdayî tevlîkirina jinan nava jiyana kar de wiha got: "Ji bo perwerde û pêşxistin kirina jinan me biriyar girtiye kû Akadîmiyên gerok li her derê bên avakirin. Em ji bo avakirina hêzên parastina jinan dikin."
Di 18'ê kanûnê de li Silêmaniyê civîna nûnerên Rêxistina Jinên Azadîxwazî Kurdistan (RJAK) hat lidarxistin. Endama RJAK'ê Perwîn Hesen di derbarê xebatên xwe yên di derbarê jinan de wiha axivî: "Me biriyar girtiye ku li hemu bajar û bajêrokan nunertiya RJAK'ê bê ava kirin. Herwiha bi armanca perwerde kirina û pêşxistina jinan me biriyar girtiye kû Akadîmiyên gerok li her derê bên avakirin. Emê zêdetir têkiliyên xwe yên bi rêxistinên jinan ên her çar aliyê Kurdistanê re mezin bikin. Em hewl didin hemî xebatên ku hatine pilan kirin bi çend hemleyan bidin dest pêkirin. Me di civînê de avakirina hêza parastina cewherî ya jinan jî nîqaş kiriye. Ji bo wek jinên şengal bi serê me jî neyê û ji bo parastina axa başûrê Kurdistan jî emê weke jin erkê xwe yê berpirsiyarî û parastinê bicîh bînin."
(şb/zt)