Katerîna: Ji ber li Tirkiyê demokrasî tune, gel li hemberî dewletê têdîkoşe

09:04

Hulya Okalîn/JINHA

COLEMERG - Civaknas Katerîna Lav a ku bi komek rojnameger û civaknasan re ji bo lêkolîn û çavderiya hilbijartinê û pêvajoya rêveberiya xweser ji Ewropayê hatin Bakûrê Kudistanê, diyar kir ku li Tirkiyê demokrasî tune lewra gelê kurd li hemberî dewletê têdikoşe.

Piştî hilbijartina 7'ê Hezîranê ku hikûmat AKP'ê li bakûrê Kudistanê têk çû li ser kurdan konsepa şer da dest pê kirin û bi tund êrîş bir ser gel. Gelê kurd jî li gelek navçe û bajaran ji bo parastina xwe ya rêwa derketin qadan û li hemberî dewletê li ber xwe dide. Berxwedana gelan ên ku herî zêde li Cîzir, Farqîn, Bismil, Sur, Gever, Şirnex, Lîcê û Nîsêbinê çêbûn û di encama êrîşan de di nav de jin û zarok jî heyî bi sedan welatî jiyana xwe ji dest dan û gel ji bo rêveberiya xweser li taxên xwe xendek vedan û li hember hêza dewletê li ber xwe didin. Komek rojnameger û civaknas jî ji bo lêkolîn û çavderiya polîtîkayên hikumeta AKP'ê û berxwedana rêveberiya xweser a ku li heremê hate avakirin bikin ji Ewropayê hatin Tirkiyê û dest bi lêkolînan kirin. Civaknas Katarîna Lav a ku ji Îspanyayê hat Tirkiyê û li navçeya Gevera Colemergê lêkolînên xwe bedewam dikin, çavderiyên xwe yên ji meha hezîranê heya niha ji ajansa JINHA'ê re parvekir.

'Gelê kurd ji bo demokrasiyê têdikoşe'

Katarîna got ku di maha hezîranê di ji bo di hilbijartinê piştgiriyê bide rêxistina HDP'ê û çavderiya hilbijartina li Tirkiyê bikin hatin Amedê û tevlî xebatên hilbijartinê bûne. Kateriya anî ziman ku bi heman e ku li ser têkoşîna gelê kurd yên Rojava û Bakûrê kurdistanê lêkolînên bingehîn kirine û dixwazin têkoşina gelê kurd ragihinin welatiyên Ewropayê. Katerina bilêv kir ku gelê kurd li hemberî bêdemokrasiyê altarnatîfan deye dest pê kirin û ji bo demokrasiyê têdîkoşe.

'Gel demokrasiya bingehîn dixwaze'

Katerîna di berdewamiya axaftina xwe de got ku gelê kurd li hemberî pergala dewletê demokrasiya bingenîn dixwe û li ber xwe dide û wiha pê de çû: "Bi mahan e ku ez li bakûrê Kurdistanê me. Li ez û hevalên xwe li hemû hereman geriyan û me xwest em fêr bibin ku gelê kurd çi dixwaze. Me di encama lêkolîn û çavderiyên xwe de dît ku gel tenê demokrasiyê dixwez û ji bo demokrasiyê têdîkoşin. Gel qala alternatîfek dikirin. Me fêm nedikir ku qala çi dikin. Pişt re dema ku me yek bi yek bi rêxistinên HDP, KJA'ê û komeleyan re axivî me fêm kir ku hemû tişt ji bo azadî û demokrasiyê ye. Ev ji me re gelek cuda û giring hat."

'Tiştê herî bala me kişand têkoşina jinê bû'

Katerîna li ser têkoşina jina kurd jî derbîrî û got ku di lêkolinê de tişta herî bala wan kişandiye têkoşîna jinê ye û ev tişt anî ziman: "Jinên kurd li cihên ku lê dijîn di meclîsên taxan de cih digirin û ji bo azadiya jinê têdikoşîn. Di hemû meclîsên taxan de ji jin hene. Jinên ku li meclîsên taxê û diminin ji KJA'ê biçûktir in lê armanç û xebatên wan li ser bi rêxistina jinê yê. Ev jî gelek bala hevalên me kişand."

'Li Tirkiyê demokrasî tune'

Katerina bal kişand li ser pergala dewleta Tirk û got ku li Tirkiyê demokrasî tune ye lewra gel li hemberî dewletê serî hilda û têdikoşe û axaftina xwe wiha domand: "Di lêkolina xwe de me dît ku li Tirkiyê gelek civakên din jî hene, lê ji ber li Tirkiyê demokrasî tune hemû kesên di erdnîgariya Tirkiyê de dijîn wek tirk tên pênasekirin. Gelê û civakên din ji ber qedexeyiyê nikarin ziman, çand û baweriyên xwe bidin jiyandin. Gelê Ewropayê Tirkiyê wek welatek demokratîk dibîne. Ne wiha ye Tirkiyê ne welatek demokratîk e."

'Em ê hemû çavderiyên xwe ragihînin gel'

Katerîna li ser armanca lêkolîn û çavderiyên xwe ji rawestiya û got ku dê hemû lêkolîn û çavkaniyên kom kirine dê bêxin pirtûk û li xwendekarên zaningehan re vebejin û yek bi yek jîi ji gelê Ewropayê re raghînin.

'Konfederalîzima demokratik mafê gel e'

Katerîna li ser rêveberiya xweser û xendekên ku li Nisêbîn, Gever, Cizre û Sîlopiya hate avakirin û axatina xwe wiha bi dawî kir: "Gelê kurd daxwaz komfederalîzma demokratîk dike. Ev jî mafê wan e û ji bo hemû gelan baş e. Dewelata tirk zimanê gelê kurd qedexe dike û di beje kurd tune. Lê ev ne rast e ji ber ku kurd hene. Li ser kurdan asîmilasyonek mezin heye. Gel nikare bi zimanê xwe bi axive û ji bo vê ji li ber xwe dide."

(ga-rc)