Tamam Abusalama: Jinên Filîstînê dê azad bibin
09:04
Sarya Gozuoglu/JINHA
STENBOL - Tamam Abusalama qala têkoşîna salan yê jinên Filîstînê a li hember pergala tundî û desthilatdarî kir û got ku mînaka jinên têkoşînê yê herî li pêş Leyla Xalide û wiha domand: "Di doza Filîstinê de eger azadî û wekheviya jin nînbe her wiha di têkoşînê de rola hevpar neyê diyar kirin dê pirsgirêk çareser nebe."
Jinên ku di berxwedana Filîstinê de erkek mezin hildane ser milên xwe li hember pergala dagirker û desthilatdar têkoşînek mezin raber dikin. Yek ji jinên berxwedêr a Filîstinê Tamam Abusalama (21) e li Kampa Jabalia a Gazzeyê ji dayîk bûye. Tamam piştî îlankirina damezrandina Dewleta Îsraîlê û despêkirina şer re sala 1948'an de malbat ji gundê xwe Beh Jirja neçar dimîne koç bike. Tamam da zanîn ku şer rûyek cuda nîşanî jinê dike û wiha got, "Em jinên Filîstinê ji dayîkbûna xwe têkoşînvan, berxwedêr û bi hêz mezin dibin û wiha tên mezin kirin."
'Jinên Filîstînî bi hînbûna berxwedanê re mezin dibin'
Tamam diyar kir ku dapîra wê her jêre gotiye "Divê tu bi hêzbî û li berxwebidî. Pêwîste li hember dagirkeriya Îsraîlê tu li berxwebidî û wan lanet bikî" û got ku jinên Filîstînê bi vê hişmendiyê tên mezin kirin. Tamam bilêvkir ku wek jinên şoreşger ew bi mêr re jiyanek hevpar parvedikin û da zanîn ku jin perçeyek a têkoşîna Filîstînê ye û wiha pêde çû: "Di doza Filîstinê de eger azadî û wekheviya jin nînbe her wiha di têkoşînê de rola hevpar neyê diyar kirin dê pirsgirêk çareser nebe. Mînaka herî pêş ji bo me Leyla Xalide. Balafir ji balafirgeha Îsraîlê revandibû û cihê xwe di têkoşînê de girtiye. Em ji bo xebatên xwe komîsyonan avadikin. Her wiha komîsyonên me ên jin hene. Em komên perwerdê didin avakirin û gotûbêjan dikin. Her wiha em êrîşan çalakiyên protesto pêk tînin."
'Di koordînasyonên çalakiyan de jin cihên xwe digrin'
Tamam derbarê xebatê parastina cewherî a jinên Filîstinê de agahî da û wiha got, "Dema ku dê çalakiyek pêk were, eger jin bi yekser cihê xwe di nav çalakiyê de negre jî, amadekarî û koordînasyona rêveberinê jin pêk tîne. Di girtîgeha Îsrahîlê de gelek jin di girtîgehan de ne. Jinên ku di çalakiyê de rolên aktîf girtine di girtîgehan de tên girtin." Tamam da zanîn ku Filîstîn gelek di bin bandora ol û çanda xwede jiyan dike û wiha berdewam kir: "Doza Filîstinê û rastî ji jinan re rolek nîşan daye. Êdî têkoşîn bûye wek çandek û wiha jiyan dikin."
'Di şoreşa Rojavade helwesta me yeke em li dijî dîktatoriyê ne'
Tamam diyar kir ku ew hemû bûyerên ku diqewimin dinirxînin û wiha got, "Derbarê Şoreşa Rojava de helwesta me yeke. Em li dijî dîktatoriyê ne. Ji bo me pirsgirêka kurd û Filîstînê de mijarên ku dişbihin hev hene. Em dixwazin gelê Kurd û tevahî gelên ku dixwazin dewlet avabikin ango daxwazek din hebe pêk were. Em piştgirî didin wan." Tamam têkiliya ku di navbera Tirkiyê û Îsraîlê de tê asayî kirin rexne kir û wiha dawî li gotina xwe anî: "Erdogan û hikûmet gelek daxivin lê di pratîkê de jî tiştek nakin. Di rastiyê de tu tişt nîne."
(rc)