Jinên Suryanî li hemberî dîroka înkarê meydan dixwînin
09:06
JINHA
QAMİŞLO - Jinên Suryaniyên ku di tevahiya dîrokê de rastî bişaftinê hatine bi Şoreşa Rojava re li hemberî dîroka înkarê meydan dixwînin. Seroka Yekîtiya Jinên Suryanî Şemîram Şemiûn got: "Jinên rêxistinkirî li her qadê xwedî gotin û biriyarin."
Bi kinasî cewhera Rojava Şoreşa Gelan û Şoreşa Jinane. Ev du têgeh niha li kantonên Rojava kurdan, ereban û suriyaniyan hem di aliyê leşkerî û hem jî di aliyê civakî de digihîne, pergala ava dikin dikeve meriyetê. Her çendî ku di qadên navnetewî de jinên di nava şoreşê de bi YPJ'ê derdikevin pêş lê ya ku giyan dide YPJ'ê jî tekoşîna vegera civakiye. Jinên di dema rejîma Baas de di aliyê netewîde jî nedikarîn yekîtiya xwe çêkin niha di nava civaka xwe de bi awayê meclis, kooperatif û akademî xwe birêxistin dikin. Jinên suryanî jî di Rojava de ji nava hikumetê di asta wezîriyê de heya qadên parastinê di gelek qadan de rêxistinên xwe yên xweser ava kirine. Bi gotina Seroka Yekîtiya Jinên Suryanî Şemîram Şemiûn ji bo ku asta îro gihiştînê bilêv bikin divê despêkê vegerin pêvajoyên berî şoreşê.
'Di gelek qadên jiyanê de jinên suryanî mehrum hatibûn hiştin'
Şemîram destnîşan kir ku rejîma Baas yek reng, yek ziman û yek dengiyê bingeh digirt û wiha domand: "Rêveberên remîmek wiha gelan ji nasnameya wan a netewî û hemû tayîbetiyên wan dur dixe. Gelan ber bi bişaftinê ve dibe. Gelê suryanî jî nesîbê xwe ji vê girtin. Suryaniyan tenê weke civakek xiristiyan dizanin. Di nava nêzîkatiyên wiha de jinên suryanî ji gelek tiştan mehrum man û di hinek qadan de hatin hebiskirin. Bi tayîbetî jî ji qadên siyaste, parastin û rêveberiyê dur hatin girtin. Bêguman di dîroka me de jinên rol girtine derketin, cihê wan nayê jibîrkirin. Lê ew kesayet jî ne rêxistinkirîbûn."
'Jinên suryanî li her deverêne'
Şemîram wiha berdewam kir: "Me dît ku jinên rêxistinkirî, jinên ku cewherê xwe derxistine û di hemû qadên jiyanê de xwediyê biriyar û vînê ne. Dikarin beşdarî hemû qadên jiyanê bibin. Jinên suryanî bi rêxistinbûna xwe di nava şoreşê de pêşketin. Piştî despêkirina şoreşa rojava rojekê di 20'ê Tîrmeha sala 2013'an de Yekîtiya Jinên Suryanî hat avakirin. Ev du salin em weke nûneriya jinên suryanî xebatên xwe rêve dibin. Me di qadên navnetewî de jî xebatên xwe birêve birin, Yekîtiya Jinan Beth Nahrîn jî alîkariyek mezin da. Bi îlana rêveberiyên xweseriya demokratîk re rêxisktinên jinan di mekanîzmayên rêvebirinê de cîh girtin. Ji wezîriya jinên suryan, ereb û kurd heya hevserokên meclisan, di qadên ekonomî, dîplomatîk, civakî di her saziyên kantonan de jin bûn xwedî rol û musyon."
'Qanûna jinan û yekîtiya Rojhilata Navîn'
Şemîram di derbarê Yekîtiya Jinên Suryan de jî agahî da. Şemîram anî ziman ku di serî de li Dêrîk, Qamişlo û Hesêkê li gelek navend û navçeyan navendên xwe avakirine. Şemîram da zanîn ku jinên suryanî bi rêya perwerd, meclis û komûnan hînî doza mafê xwe vegera civakî dibin. Şemîram destnîşan kir ku di derbarê lêpirsînên zayendî û girtinên suc de herî zêde "Qanuna Jinan" xwedî role û wiha dom kir: "Ev gavek dîrokiye, cara yekeme qanûnek a parastina mafê jinan tê lidarxistin. Jin dikarin bi van agahiyan li hemberî pergala deshilatiya mêran xwe biparêzin, di heman demê de xwe bigihînin ronahî, ronakbîrî, azadî, axaftin û nêrîndayînê. Di rasiyê de li Rojhilata Navîn jî yekeme."
Dê hêza leşkerî avabikin
Li gorî agahiyên Şemîram dayî bi hêza ku ji YPJ'ê girtîn dê Jinên Suryanî di herêma leşkerî de rêxistina xwe xurt bikin. Şemîram bilêv kir ku li bajarê Tirbespiyê berî niha wan taburek a Jinên Suryanî avakirine, dê bi navê Hêza Beth Nahrîn hêzek jinan avabikin.
(zt)