'Ez dilgermbûna xwe diparêzim bila hempîşeyên min jî biparêzin'
09:13
JINHA
AMED - Nûçegihana me Bêrîtan Canozer di dema şopandina nûçeyê de bi hinceta ku "kesek gumanbare' hat binçavkirin û piştî derket dadgehê hat girtin. Di hevdîtina bi malbatê re Bêrîtan ji hempîşeyên xwere silav şandin û wiha got, "Bila kes dilgermbûna xwe wenda neke."
Nûçegihana me Bêrîtan Canozer di 16'ê Kanûnê de di dema şopandina çalakiya protesto ya li hember dorpêç û êrîşên ser navçeya Surê de ji aliyê tîmên taybet ve bi hinceta "kesek gumanbar"e hat binçav kirin û piştî lêpirsîna dozgeriyê bi biryarê girtinê sewqî dadgehê hat krin. Piştî lêpirsîna dozgeriyê bi îdiaya "Bi zanabûn û dildarî alîkariya rêxistinê kiriye" sewqî dadgehê hat kirin. Nobedarê dadgehê jî bi heman hincetê biryarê girtinê da Bêrîtan. Parvekirinên Bêrîtan ên di medyayê civakî de wekî delîl "Alîkarî daye rêxistinê" hat nîşandan.
Bêrîtan di hevdîtina bi malbata xwe re yê li Girtîgeha Girtî a Tipa E yê Amedê de pêk aniye de silav ji tevahî hempîşeyên xwe re şand û wiha got, "Min li vir dilgerimbûna xwe wenda nekir û diparêzim. Bila hevalên min ên derve jî dilgerimbûna xwe biparêzin. Ji tevahiyan re jî silavên xwe rêdikim."
(rc)