Li Çiyayê Cudî amadekariyên mudaxeleya meşê

10:29

JINHA

ŞIRNEX - Welatiyên ku ji Şirnexê ji bo dorpêça li navçeyên Cizîr û Sîlopiyê bişikênin derketin rê û ji çiyayê Cûdî helw dan biçin navçeyan di riya vegerê de pêşiya wan ji aliyê leşkeran ve bi wesayîtên zirxî ve hate girtin. Girseya ku pêşiya wan hate astengkirin bi êrîşa leşkeran ve rû bi rû ne.

Ji navenda Şirneşê bi hezaran welatiyên ku ji bo şikandina dorpêça li navçeyên Sîlopî û Cizîrê dest bi meşê kirin riya wan ji aliyê Tabura Tankê ya Hîsarê ve hate girtin û li ser vê yekê bûn 3 kom. Welatiyên ku hewl didin vegerin navenda Şirnexê pêşiya wan ji aliyê gelek leşker û wesayîtên zirxî ve hate birîn. Girseya ku bi êrîşa leşkeran ve rû bi rû ne berxwedana xwe didomînin.

Girseya ku di nav de parlamenterên HDP'ê Leyla Bîrlîk, Burcu Ozkan û Berdan Ozturk jî hene li qontara çiyayê Cûdiyê ne. Hate hinbûn ku leşker bi wesayîtên zirxî ve amadekariya êrîşan dikin. Ji ber topebaranê 10 kesên ku ji komê veqetiyan hati hinbûn ku gihiştine gundê Hesana.

(zt)