Li Hindistanê ji bo tecawîza komî biriyara dardekirinê

12:15

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Li Nepala Hindistanê ji bo 7 kesên tecawîzî jinekê kirin biriyara dardekirinê hat girtin.

Li Nepala Hindistanê ji bo 7 kesên tecawîzî jinekê kirin biriyara dardekirinê hat girtin. Jina dadger a ku cezayê dardekirinê da Seema Singhal diyar kir ku ew bi van biriyaran dixwazin peyamekê bidin civakê û got: "Ji peyîwira min a dadweriyê zêdetir ez mirovekim bi hestên xwe yê mirovbûnê bandor dibim."

Cenazê jina 28 saliya ku li Herêma Haryana a welat wihdabûyî piştî sê rojan li nava zeviyekê hat dîtin. Di otopsiyê de hat dîtin ku rastî tecawîza komi hatiye. Ji bersucên hatin girtin hat zanîn ku piştî girtinê întihar kiriye.

(zt)